Li Şedadê 2 stasyonên paqijkirina ava vexwarinê

Şaredariya Gel a Şedadê bi hevkariya rêxistineke geşpêdan û alîkariyê 2 stasyonên paqijkirina ava vexwarinê vekirin.

Li Şedadê 2 stasyonên paqijkirina ava vexwarinê
Li Şedadê 2 stasyonên paqijkirina ava vexwarinê
Li Şedadê 2 stasyonên paqijkirina ava vexwarinê
Li Şedadê 2 stasyonên paqijkirina ava vexwarinê
Li Şedadê 2 stasyonên paqijkirina ava vexwarinê
Li Şedadê 2 stasyonên paqijkirina ava vexwarinê
Li Şedadê 2 stasyonên paqijkirina ava vexwarinê
Li Şedadê 2 stasyonên paqijkirina ava vexwarinê
Li Şedadê 2 stasyonên paqijkirina ava vexwarinê
3 tîrmeh, 2025   15:47
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Şedadê bi tevkariya Rêxistina Alîkarî û Geşpêdanê ya DAN li gundên Edle û Ezawî yên başûrê bajar 2 stasyonên paqijkirina ava vexwarinê vekirin.

Vekirina stasyonan bi merasîmeke li gundê Edle bi beşdariya nûnerên saziyan û rêveberiyên sivîl pêk hat.

Der barê mijarê de cîgirê hevserokên Şaredariya Gel a Şedadê Mihemed El Medlûl ev agahî dan ajansa me: "Ji ber hişkesalî û hewcedariya zêde ya bi ava paqij, bi taybetî li gundewarên başûrê Şedadê ev proje ji aliyê Rêxistina DAN bi tevkariya şaredariya me pêk hat. Piştî testên pêwîst hatin çêkirin, ev cih wek yên herî guncaw hatin dîtin."

El Medlûl diyar kir ku kapasîteya her stasyonekê 6 metrekab di saetekê de ye. Her wiha da zanîn her du stasyon bi enerjiya rojê dixebitin.

Şêniyên her du gundan ji ber vekirina stasyonan kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ev yek dê bar û lêçûna ji bo dabînkirina ava vexwarinê kêm bike.

(bb)