Li Şamê xwepêşandan: Aqûbeta girtiyan aşkera bikin

Bi sedan welatiyan der barê aşkerakirina aqûbeta bi hezaran girtiyên ji hêzên rejîma berê de li qada Umewîn a Şamê xwepêşandan hatek lidarxistin.

Li Şamê xwepêşandan: Aqûbeta girtiyan aşkera bikin
6 ÇILE, 2025   16:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku têkildarî aşkerakirina aqûbeta nêzî 9 hezar leşkerên hêzên rejîma berê, di nav de nêzî 2 hezar leşkerên ku ji Iraqê vegerîn Sûriyeyê û hatin girtin, xwepêşandanek hat lidarxistin. Ew leşker, li ser rêbendên "Heyet Tehrîr El Şam" an jî di hemleyên ewlehiyê de hatin girtin.

SOHRˋê bi bîr xist ku girtî rakirin girtîgeha Edra, girtîgeha Navendî ya Hema û girtîgeha Harim a li gundewarê Idlibê. Li gorî agahiyan, Rêveberiya Operasyonên Lekerî red kiribû ku lîsteya navên girtiyan derxe û qedexe kir ku malbatên wan bi girtiyan re têkildar bin. Wê yekê hêrsa gel rakir.

SOHRˋê destnîşan kir ku panratên banga serbestberdana girtiyan û diruşmên ˋAzadî ji leşkeran re û azadî ji girtiyan reˋ hildan. Li kêlek wê jî malbatan bang li serokê Heyet Tehrîr El Şam kir ku rewşa girtiyan çareser bike û wan serbest berde.

(fr)