Hikumeta demkî girêbestên mamosteyên Elewî betal kirin

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Şamê girêbestên mamosteyên Elewî yên rêveberiya dibistanan dikin, betal kirin.

Hikumeta demkî girêbestên mamosteyên Elewî betal kirin
12 sibat, 2026   05:50
ŞAM

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê bêyî ku biryareke fermî bide, mamosteyên ku ji bo rêveberiya dibistanan hatibûn diyarkirin, ji kar derxistin. Mamosteyan got wan girêbest ji bo 5 salan çêkiribû lê niha bêyî ku biryareke fermî hebe, ew ji kar dûr xistina. Mamosteyan diyar kir ku ev kiryar li gorî rêgezên edaletê nîn e.

Her wiha mamosteyan anîn ziman ku “gelekî şerm e mamosteyên Elewî bi devkî ji xebatê werin derxistin” û got: “Ev nêzîkatî bi destê kesên ji xebatên rêveberiyê fêm nakin, hatiye kirin û ew zêdetir ji Idlibê ne, tecrubeyên wan nîn in û zanîngeh nexwendine. Kesên ku van biryaran didin, dizanin hemû mamosteyên girêbest çêkirine zêdetir Elewî ne. Mamosteyên xwendine û tecrubeyên wan hene ji xebatê derxistin û ji Idlibê karmendên ku navê şoreşgeran li wan kirine, xistin şûna mamosteyan.

Mamosteyan got zilm li wan hatiye kirin û daxwaz dikin ku girêbestên wan dirêj bikin, kesên ew ji xebatê dûr xistine, hesab ji wan were xwestin û ew xebatên xwe berdewam bikin.

ANHA