Siyasetmedaran daxwaza yekitiya Kurdan kir

Siyasetmedaran bi gotina "Bila partiyên siyasî berjwendiyên xwe bidin aliyekî û bi hev re ji bo mafên gelê Kurd bixebitin" girîngiya yekitiya neteweyî vegot.

Siyasetmedaran daxwaza yekitiya Kurdan kir
12 sibat, 2026   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Rêveber û endamên PYD`ê anî ziman ku divê şandeya kurdî di dan û standinên bi Şamê re nûnertiya hemû gelê Kurd ê Rojava bike û mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de garantî bike. 

Hevserokê Ofîsa Rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Hesekê Mihemed Elî diyar kir ku lihevkirina 29`ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ji bo aramî li herêmê çêbibe, girîng e û got: "Bi vê gavê re wê hemû alî agirbestê pêk bînin û saziyan entegre bikin. Gelê Sûriyeyê ev bi salan e ku di encama şer de zehmetî kişand. Her kes dixwaze şer bisekine û aramî li herêmê çêbibe. Bi vê lihevkirine re wê gav ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk were avêtin."

Endamê PYD’ê Abdulxenî Oso jî da zanîn ku di vê pêvajoya hesas de û piştî şerê 14 salan berdewam kir pêdivî bi vê lihevkirine heye.

Oso diyar kir ku dewletên Tirk, Iraq û Îranê modêla dewlet-neteweyê li ser gelan ferz dikin û ev yek berevajî nirxên demokratîk e.

Ebdulxenî Oso got: "Li beramberî zextên hundir û derve yên li ser me têne kirin divê em hîn zêdetir ji bo aştî û aramiya herêmê bixebitin. Nakokî û pevçûnên çêbûne bidin aliyekî û bi hev re ji bo siberoja hemû pêkhateyên Sûriyeyê bixebitin."

Oso di berdewama axaftina xwe de got: "Di rojên pêş de divê şandeya Kurdî ya di konferansê de hatî çêkirin serdana Şamê bike û li ser ziraviyên destûrê nû yê Sûriyeyê nîqaş bike. Di van dan û standinan de divê partiyên kurdî xwedî yek helwestî bin, nûnertiya hemû gelê Kurd ê Sûriyeyê bikin û mfaên Kurdan di destûra Sûriyeyê de mîsoger bikin.”

ANHA