Li Şamê li dijî qanûnên desteserkirinê xwepêşandan hat lidarxistin

Bi dehan şênî, cotkar û karkerên çandiniyê ji deverên El Bejaa, El Sebûra û Qudsaya li ber avahiya  Meclîsa Gel a li Şamê li dijî qanûnên desteserkirinê yên ku ji hêla Saziya Giştî ya Niştecîbûnê ve hatine kirin, xwepêşandan kirin û daxwaza vegerandina erdên wan bo xwediyên wan ên rewa kirin.

Li Şamê li dijî qanûnên desteserkirinê xwepêşandan hat lidarxistin
28 tebax, 2026   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şênî, cotkar û karkerên çandiniyê ji deverên El Bejaa, El Sebûra û Qudsaya îro li ber avaiya Meclîsa Gel a li Şamê li dijî qanûnên desteserkirinê yên ku ji hêla Saziya Giştî ya Niştecîbûnê ya rejîma berê ve ji bo qezenca taybet hatine kirin, xwepêşandanek li dar xistin. xwepêşanderan daxwaza vegerandina erdên xwe bo xwediyên wan ên rewa kirin.

Xwepêşanderan dirûşmeyên wekî "Na ji qanûnên desteserkirinê re", "Na ji qanûnên kirê yên kevin re", "Na ji qanûnên Partiya Baas a hilweşiyayî re", û "Na ji qanûnên nefretê yên rejîma Esed re" qîr kirin.

Xwepêşanderan daxwaza betalkirina hemû desteserkirinan, vegerandina mafên xwediyên wan û redkirina biryarên Beşar El Esedê sûcdar û bavê wî kirin.

(k)

ANHA