Komeleyên jîngehê: Divê projeya sergirtina çemê Ceqceq betal bibe

Şaredariya Gel a Qamişloyê hewl dide ser çemê Ceqceq bigire û li ser dikanan ava bike. Hin kes û komeleyên jîngehê yên xwecih daxwaz kir ku ev proje pêk neyê.

Komeleyên jîngehê: Divê projeya sergirtina çemê Ceqceq betal bibe
29 tîrmeh, 2025   14:27
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Qamişloyê di 26’ê Tîrmehê de ji bo paqijkirina çemê Ceqceq bi dirêjahiya 7 kîlometre û avakirina sûkeke bazirganiyê li ser çem, projeyek ragihand. Armanca şaredariyê ji vê xebatê ew e ku kanaleke sergirtî ava bike û li ser wê sûkeke bazirganiyê ava bike.

Ava çemê Ceqceq ji 2 jêderên li Bakurê Kurdistanê tê û di herêma Cizîrê re derbas dibe, tev li çemê Xabûr dibe û dikeve çemê Firatê. Dirêjahiya wê ji jêderê heta bi ketina li nava çemê Xabûrê 124 kîlometre ye. Çem di nava Qamişloyê re jî derbas dibe.

Şaredariya Gel a Qamişloyê hewl dide ji qeraxên çem çopê rake û paqij bike, da ku nexweşî belav nebin. Ji ber qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk ve av ziwa bûye û veguheriye kanaleke ji bo kanalîzasyonê.

Vê sibehê hin kesayet û komeleyên xwecih ên jîngehê li pêş avahiya şaredariyê kom bûn û bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku dev ji xebata sergirtina çem berdin.

Endama Koma Hevkariya Parastina Jîngehê Îman Îbrahîm der barê vê xebatê de daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em saziyên jîngehê û yên jîngehê diparêzin, her wiha çandî û nasnameya me ya civakî heye, em projeya di daxuyaniya Şaredariya Gel a Qamişloyê de ya bi hejmara 22’an a têkildarî sergirtina çemê Çeqceq û çêkirina sûka bazirganî li ser wê, bi tundî red dikin. Ev proje binpêkirineke Heyvapeymana Civakî û xalên wê ye. Di heman demê de destdirêjiya li ser jîngehê û çanda bajar e.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em bang li Rêveberiya Xweser dikin, aliyên li ser avakirina Meclisa Jîngehê sekinînin û bi zanebûn rêxistin û saziyên civaka sivîl jê dûr xistin, bisekinin. Li gorî madeya 101’an (Meclisa Jîngehê ji nûnerên sazî û rêxistinên pewendîdar, şaredarî, nûnerên meclisên tenduristî û aborî tê avakirin.)  pêk bînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin: “Binpêkirina vê madeyê, tê wateya binpêkirina Hevpeymana Civakî, rêgezên hevkariya civakî û zagona jîngehî ya adilane ya Rêveberiya Xweser li ser esasê wê ava bûye, têk dibe.

Çemê Ceqceq ne tenê cihokeke avê ye, lê belê rihê Qamişloyê ye. Çi destdirêjiya li ser tê wateya destdirêjiya li ser nasnameya Qamişloyê.”

(dc)

ANHA