Li Şam û Beyrûtê fermandar Bêrîtan hate bibîranîn

Kongra Star li Şam û Beyrûtê fermandar Bêrîtan Hêvî di salvegera wê ya 31′an a şehadetê de bi bîr anî û got fermandar Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedaî dîroka berxwedanê li dijî xeta xiyanetê nivîsand.

Li Şam û Beyrûtê fermandar Bêrîtan hate bibîranîn
Li Şam û Beyrûtê fermandar Bêrîtan hate bibîranîn
Li Şam û Beyrûtê fermandar Bêrîtan hate bibîranîn
Li Şam û Beyrûtê fermandar Bêrîtan hate bibîranîn
26 cotmeh, 2023   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star a Beyrûtê bi boneya salvegera 31′an a şehadeta fermandar Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Kongra Star hate gotin çalakiya fedaî ya şehîd Bêrîtan qonaxeke dîrokî di tevgera rizgariya Kurdistanê û tevgera rizgariya jinê de çêkir û hate destnîşankirin ku fermandar Bêrîtan li dijî xayînan derket û derbeyeke xurt li dijî tevahî xayîn û kompolgeran pêk anî.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji wê dîrokê û heta roja îro ve, bi hezaran jin bi ruhê Bêrîtanê li tevahî qadên têkoşîna azadiya li ber xwe didin û bi saya wê berxwedana gelê Kurd hebûna xwe parast.

Li Şamê jî Kongra Star bi boneya salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan civînek li dar xist û di civînê de bi dehan jinên ji xelkê taxa Rozava beşdar bûn.

Piştre li ser jiyana şehîd Bêrîtan axaftin hatin kirin. Her wiha endama rêveberiya Kongra Star Berçem Yûsif li ser kesayeta şehîd Bêrîtan û têkoşîna wê axivî û wiha got: "Girîng e mirov kesayeta şehîd Bêrîtan bizane, her şehîdek dîrokek e û her şehîdek ji bo me sozeke nû ye."

Berçem wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji lew re girêdana me bi fikra şehîdan re xurt e. Em ê li ser şopa wan bimeşin û soz didin şehîd Bêrîtan ku em ê di xeta wê de li dijî tevahî şêweyên destpotî, çewisandin û xiyanetê li ber xwe bidin."

(fr)

ANHA