Malbatên Şehîdan a Firatê tev li pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bû

Meclisa Malbatên Şehîdan soza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd re ji bo dewama têkoşîna di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriyekê ji bo doza Kurd nû kir û tevlêbûna xwe li pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ragihand.

Malbatên Şehîdan a Firatê tev li pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bû
26 cotmeh, 2023   12:59
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi daxuyaniyek tevlêbûna xwe li pêngava ′Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ ragihand. Birayê şehîd Baran Dogan, Mezlûm Nebî li navenda meclisê ya li Kobanê daxuyanî xwend.

Meclisê di daxuyaniya xwe de tevlêbûna xwe li pêngava ′Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ ragihand û got ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan amade ye her tiştî bike.

Di daxuyaniya meclisê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker her wext cezayên nû li dijî Rêber Abdullah Ocalan dibire, li kêlek wê jî tecrîdeke giran dûrî tevahî nirx û qanûnên navneteweyî heye, nahêle ne parêzer ne jî malbat wî bibînin.

Meclisê bang li gelê Kurd ê li tevahî Kurdistanê û 74 navendên li cîhanê ku tevahî pêngavê bûne kir ku gavên pratîk pêk bînin, da ku pêngav ne tenê daxuyanî bin.

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Malbatên Şehîdan soza xwe ji Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd re nû kir ku têkoşîna di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û dîtina çareseriyeke adilane ya ji bo doza Kurd re dewam bike.

(fr)

ANHA