Balafirên Rûsyayê Idlib bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê 2 caran çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bombebaran kir, di heman demê de hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran bajarokê Fitêra û derdora gundewarên Idlibê topbaran kirin.

Balafirên Rûsyayê Idlib bombebaran kir
26 cotmeh, 2023   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê derdora bajarokê Bara yê li herêma çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê bombebaran kir.

Vê sibehê hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran derdora bajarokê Fitêra û derdora herêmên bejahiya Idlibê ya başûrê topbaran kirin, lê tu agahiyên li ser kuştî û birîndaran bi dest neketin.

SOHR′ê duh diyar kiribû ku balafirên şer ên Rûsyayê 3 caran derdora gundê Ereb Seîd ê li bejahiyê başûrê Idlibê bombebaran kiribû.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê jî bi çekên giran derdora gundê Kefer Noran ê rojavayê Helebê, derdora bajarokê Meret Nasan ê bakurê Idlibê topbaran kirin.

(fr)