Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tundiya li dijî jinan zêde bûye

Cîgira Karûbarên Jinan ya Îranê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji sedî 30 tundiya malbatê ya dijî jinan zêde bûye.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tundiya li dijî jinan zêde bûye
8 hezîran, 2025   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira Karûbarên Jinan ya Îranê Zehra Behruz derbarê tundiya dijî jinan, ji medya Îranê re axivî. Zehra Behruz got ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tundiya malbatê ya dijî jinan, ji sedî 30 zêde bûye.

Zehra di dewamê de got ku divê derbarê mijarê de lêkolîn were kirin û beriya ku karesat çêbibin, rewşên awarte yên civakî bi cidî werin dest girtin.