Balafirên Îsraîlê li gundewarê Şamê otombîlek bombebaran kir

Balafireke bêmirov a Îsraîlê îro otomobîleke sivîlan li nêzîkî Mezreat Beyt Cin li gundewarê başûrê rojavayê Şamê bombebaran kir, di encamê de hin kes birîndar bûn.

Balafirên Îsraîlê li gundewarê Şamê otombîlek bombebaran kir
8 hezîran, 2025   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Balefireke bêmirov a Israîlî otombîleke sivîlan li nêzîkî Mezreat Beyt Cin li gundewarê başûrê rojavayê Şamê, nêzîkî sînorê bombebran kir, li gorî çavkaniyên xwecihî kesek birîndar bû.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê X`ê got: "Berî kêliyekê balafirên artêşê li herêma Mazreat Beyt Cinn a başûrê Sûriyeyê li dijî endamên Hamasê yên li başûrê Sûriyeyê êrişek pêk anî. "