Li Efrîn û Minbicê sûcên dijî mirovahiyê dewam dikin

Li Efrîn û Minbicê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin, çeteyan qurbanên cejnê ji şêniyan dizîn û goristan û mizgeft talan kirin.

Li Efrîn û Minbicê sûcên dijî mirovahiyê dewam dikin
8 hezîran, 2025   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî li Efrînê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagierker roja Pêncşemê 5`ê Hezîrana 2025`an qurbanên Cejnê ji xwediyên wan dizîn.

Çavkaniyan her wiha ragihandin ku nişteciyên ku ji Efrînê derdikevin, kelûpelên malan didizin. Li gorî agahiyan nişteciyan, derî, pencere, kaplo û alavên elektrîkê û kelûpelên di hundirê malan û zeviyan talan kirin.

Li gundê Qurnê yê bajarokê Bilbilê jî di 3’ê Hezîranê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker “Sultan Murad” kelûpelên mizgefta gund dizîn. Her wiha li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, çeteyan piraniya rezan û bataryayên enerjiya rojê yên bîra ava gund dizîne.

Li bajarê Minbicê jî komên çete ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, kevirên mermer ên ji goristanên şehîdan ên li bajêr dizîn û goristan wêran kirin.

Şêniyên herêmê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ku bi lezgîn bikevin nava liv û tevgerê û berpirsyariyên xwe yên exlaqî bi cih bînin, her wiha bang li medyayê kirin ku van sûcan eşkere bikin.

(k)