Li Rojhilatê Kurdistanê 5 pêşmerge şehîd bûn

Duh bi şev li Pîranşar û Serdeştê yên Rojhilatê Kurdistanê şer di navbera pêşmerge û artêşa Îranê de derket. Di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê 5 pêşmerge şehîd bûn
2 tîrmeh, 2026   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Rojnewsê dane, şeva borî li Pîranşar û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê, di navbera hêzên Rojhilatê Kurdistanê û artêşa Îranê de şer derket.

Hate zanîn ku şer li nêzîkî gundê Musalan ê Serdeştê û navçeya Berî Mêrgan a Pîranşarê derket.

Heta niha daxuyaniyek fermî li ser bûyerê nehatiye belavnekirin. Lê tê gotin di encama şer û pevçûnan de, li navçeya Qizqapan a Pîranşarê 5 pêşmerge şehîd bûne û navên wan jî wiha ne: Ebdulla Hacî Ebdulla, Karo Hormoziyarî, Tuwana Osmanî, Ferdîn Çengîzî û Mihemed Gergulî.

Der barê şerê li Musalan a Serdeştê de heta niha tu agahî nehatine belavkirin.

Li gorî agahiyan her pênc pêşmergeyên şehîd bûne, endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne, lê heta niha tu partiyekê daxuyaniyeke fermî nedaye.