Li Sûriyeyê Têkoşîna Zimanê Kurdî Derdikeve Pêş

Li Sûriyeyê zimanê Kurdî wek bingeha nasname û perwerdehiyê tê dîtin û xeta sor e. Destûra bingehîn nû ya Sûriyeyê ku tê payîn ku piştî civîna parlamentoyê wê were rojevê jî ji bo parastina Kurdî di asta destûrî de û nasîna wê wek zimanê perwerdehiyê, pêvajoyeke diyarker tê dîtin.

Li Sûriyeyê Têkoşîna Zimanê Kurdî  Derdikeve Pêş
10 hezîran, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYANA
Dogan Cihan

Peymana 29’ê Çileyê ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin, wek yek ji pêvajoyên herî girîng ên siyasî yên ku dê dahatûya Suriye diyar bike tê dîtin. Dema ku di çarçoveya vê peymanê de li ser entegrasyona leşkerî, îdarî û sazîyan danûstandin berdewam dikin, dosyeya perwerdehî û ziman wek yek ji mijarên herî hestiyar û diyarker ji bo Kurdên Suriye derdikeve pêş.

Îro danûstandinên ku di navbera her du aliyan de tên meşandin, tenê bi nasîna diplomayan an jî entegrasyona sazîyên perwerdehiyê sînordar nînin. Di navenda van nîqaşan de ziman, nasnameya gelê Kurd û modela rêveberiya Sûriyeya dahatû cih digirin. Ji ber vê yekê, zimanê Kurdî jî ne mijarekî teknîkî ya pêvajoya bicîhanîna peymana 29’ê Çileyê ji bo Kurdên Suriye mijarekî herî bi wate, jiyanî û xeta sor hatiye bi navkirin.

Dîroka Têkoşîna Zimanê Kurdî li Sûriye û Rojava

Kurdan cara yekem di sala 1928’an de daxwazên xwe pêşkêşî Meclisa Damezrîner a Sûriyeyê, ku di bin serweriya Fransayê de bû, kirin. Di nav van daxwazan de mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî û bikaranîna zimanê kurdî li gel zimanê fermî yê welatî cih digirt. Lêbelê, ev daxwaz ji ber siyaseta neteweperest û nêzîkbûna aliyanên Ereb û Tirk nehat qebûlkirin. Ji wê demê ve jî daxwaza nasîna hebûna neteweyî û mafên çandî-zimanî yên Kurdan di Sûriyeyê de yek ji mijarên bingehîn ên têkoşîna siyasî ya Kurdan ma.

Têkoşîna Kurdan ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û mafên zimanî li Sûriyeyê ne ya nû ye. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û parçekirina Kurdistanê di nav çar dewletan de, Rojava jî di nav sînorên Sûriyeyê de ma. Ji wê demê û vir ve, ev der bû qada ziman, çand û perwerdehî yê bingehîn ên têkoşîna Kurdan.

Di 15’ê Gulanê 1932’an de, li Şamê bi pêşengiya Celadet Ali Bedirxan kovara Hawar dest bi weşanê kir. Hawar, ku yekem kovara Kurdî ya bi tîpên latînî bû, di modernbûn û sazîbûna zimanê Kurdî de roleke dîrokî lîst. Ev kovar bû yek ji bingehên sereke yên parastin û pêşxistina zimanê Kurdî.

Lê di salên paşerojê de, hem ji aliyê hikûmetên navendî û hem jî di serdema rejîma Baas de zext û qedexeyên li ser Kurdî zêde bûn. Bi taybetî piştî destpêkirina projeya Kembera Ereban di sala 1973’an de, zextên li ser ziman û çanda Kurdî bêtir giran bûn. Tevî van şertan, Kurdan têkoşîna xwe ya zimanî bi çalakiyên çandî û perwerdehiya veşartî di nav civakê de di malan de domandin.

Şoreşa Rojava û Kurdî Wek Zimanê Perwerdehiyê

Şoreşa Rojava ya ku di sala 2012’an de dest pê kir, ji bo zimanê Kurdî veguherînek dîrokî afirand. Kurdî, ku bi dehsalan ji qada giştî dûr xistibû û hatibû qedexekirin, cara yekem bû zimanekî fermî yê perwerdehiyê.

Bi hewildanên Saziya Zimanê Kurdî, hezaran mamoste hatin perwerdekirin, materyalên dersan ên bi Kurdî hatin amadekirin û gelek dibistan hatin vekirin. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser jî, Kurdî li gel Erebî û Suryanî wek zimanên fermî hat nasîn.

Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek dibistan, enstîtû û zanîngeh bi Kurdî perwerdehî didin. Bi sedan xwendekar bi Kurdî perwerde dibînin. Ji ber vê yekê, Kurdî tenê mafekî çandî nîne; ew bûye yek ji bingehên hebûna sazîbûyî ya civaka Kurd.

Beriya êrîşên 6ê Çile, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî daneyên Lijneya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser;

* 4,175 dibistan,

* 41,509 mamoste,

* 837,466 xwendekar hebûn.

Her wiha:

* Zanîngeha El-Şerq li Reqqayê,

* Zanîngeha Kobanî li Kobanî,

* Zanîngeha Rojava li Cîzîr dixebitîn.

Ji aliyê Kurdên Suriye ve, pergala perwerdehiya bi Kurdî ne tenê destkeftiyek e, lê di heman sedema hebûnêye. Di vê derbarê de niha li Rojava dirûşma, “Ziman hebûna me ye” bûye sembol. Ji ber ku ziman tenê amûra ragihandinê nîne; ew hilgirê dîrok, nasname, bîr û hebûna civakî û paşerojê ye.

Peymana 29’ê Çileyê û Dosyeya Perwerdehiyê û Zimanê Kurdî

Piştî peymana 29’ê Çileyê, di qada perwerdehiyê de hin gav hatin avêtin. Bi taybetî di mijara nasîna diplomayan û belgeyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn de, tê gotin ku her du alî gihiştine asteke girîng. Lê hîn bi fermî nehatine pejirandin. Di heman demê de xebatên girêdayî entegrasyona sazîyên perwerdehiyê û kadroyên mamosteyan jî didomin.

Lê belê, ji bo Kurdan dosyeya herî girîng a vê pêvajoyê hîn jî pergala perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye.

Dema ku Şam modela perwerdehiyê ya navendî û yekgirtî diparêze, Kurd li ser parastina pergala heyî ya perwerdehiya bi Kurdî radiweste. Cudahiya sereke ya nêrînan jî li vir xuya dibe.

Ji ber ku ji bo Kurdan, mijar tenê hînkirina Kurdî wek ders nîne; mijar parastina Kurdî wek zimanekî serbixwe yê perwerdehiyê û zimanekî bi garantiya destûrî ye.

Daxwaza Bingehîn a Kurdên Suriye: Perwerdehiya bi Kurdî û Misogeriya Destûrî

Îro daxwaza bingehîn a Kurdên Suriye di dosyeya perwerdehiyê de gelek zelal e: Parastina Kurdî wek zimanê perwerdehiyê û cihgirtina wê di Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê de.

Rêveberiya Xweser qebûl nake ku Kurdî tenê bibe dersa hilbijartî. Ji ber vê yekê, yek ji mijarên ku di danûstandinên di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê de herî zêde girîngî dide, zimanê Kurdî di destûra bingehîn de statûya wî were naskirin.

Li gorî gelek aliyên siyasî yên Kurd, her mafek ku bi destûrê nehatibe parastin, dikare di paşerojê de dîsa bibe mijara nîqaşan. Ji ber vê yekê, pirsgirêka Kurdî ne tenê pirsgirêkeke perwerdehiyê ye, lê di heman demê de pirsgirêkeke siyasî û mafî ye.

Fermana Hejmar 13 û Nîqaşa Kurdî

Di çarçoveya Fermana Hejmar 13 ya ku ji aliyê Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şera ve hat ragihandin de, modela du saetan dersa hilbijartî ya Kurdî di rojevê de cih girt.

Lê Rêveberiya Xweser bi awayekî eşkere ragihand ku ev nêzîkatî qebûl nake. Ji ber ku îro Kurdî li gelek herêman zimanê bingehîn ê perwerdehiyê ye û daxistina vê destkeftiyê bo asta dersa hilbijartî nayê pejirandin.

Ji ber vê yekê, Kurdên Suriye têkoşîna xwe didomîne da ku Kurdî ne tenê wek ders, lê wek zimanekî fermî yê perwerdehiyê û bi misogeriya destûrî were nasîn. Ev yek dê bibe yek ji navendên sereke yên danûstandinên heyî.

Pêvajoya Destûra Nû Dê Diyarker Be

Di demên bê de, bi kombûna civîna Parlamentoya Sûriyeyê û destpêkirina karên wê re, qonaxa herî girîng dê amadekirina Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê be.

Di vê pêvajoyê de, mafên zimanî û destkeftiyên jinan wek du mijarên bingehîn derdikevin pêş. Bi taybetî, misogeriya destûrî ya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê wek yek ji armancên sereke yên siyasî yên Kurdên Suriye tê dîtin.

Ji ber vê yekê, pêvajoya heyî tenê nivîsandina destûrekê nîne. Ev di heman demê de pêvajoyeke hestyar e ku dê diyar bike Sûriye dê çawa were rêvebirin, nasnameyên cuda dê çawa bên nasîn û Kurdî dê di dahatû de xwedî statûyek çawa be.

Li gorî Kurdan, armanca bingehîn gelek zelal e: Parastina Kurdî wek zimanê perwerdehiyê û cihgirtina wê di Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê de bi awayekî eşkere û mayînde. Serkeftina pêvajoya peymana 29’ê Çileyê jî dê bi awayekî bi çareserkirina vê dosyeyê ve girêdayî be.