Amadekariyên lidarxistina kongreyeke aştiyê ya jinan

Meclisa Jinan a Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina kongreyeke aştiyê dike.

Amadekariyên lidarxistina kongreyeke aştiyê ya jinan
Amadekariyên lidarxistina kongreyeke aştiyê ya jinan
Amadekariyên lidarxistina kongreyeke aştiyê ya jinan
Amadekariyên lidarxistina kongreyeke aştiyê ya jinan
Amadekariyên lidarxistina kongreyeke aştiyê ya jinan
Amadekariyên lidarxistina kongreyeke aştiyê ya jinan
23 tîrmeh, 2024   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê rêxistinên jinan ên li bajarê Hesekê têkildarî guhertinên di rêziknameya wan de çêbûne û plansaziya meclisê ji bo salên bê, agahdar kirin.

Meclisê meha Gulanê kongreya xwe li dar xistibû û ji bo ku rêxistinên jinan ên partiyan bi guhertinên di rêziknameyê de û plansaziya meclisê ji bo salên bê agahdar bike, civînek li dar xist.

Di civînê de hate aşkerakirin ku Komîteya Ciwanan, Komîteya Belgekirina Binpêkirin û Sûcên li dijî Jinan û Komîteya Kampan di kongreyê de hatine avakirin û beşdarên civînê bi koordînatorên nû yên meclisê hatin nasandin.

Di civînê de bendên rêziknameya nû û plansaziya salên bê hatin xwendin.

Têkildarî civînê berdevke Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Qamişloyê Megî Hiso got: "Ji bo pêkanîna encamnameya kongreyê, me ev civîn li dar xist.”

Megî destnîşan kir ku biryareke kongreyê jî lidarxistina kongreyeke aştiyê ya jinan li ser asta Sûriyeyê ye û di vî warî de xebatên wan berdewam in.

(şx)

ANHA