Li Reqayê panela têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan

Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk di çarçoveya kamanyaya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de li kantona Reqayê panelek li dar xist.

Li Reqayê panela têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
Li Reqayê panela têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
Li Reqayê panela têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
Li Reqayê panela têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
Li Reqayê panela têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
Li Reqayê panela têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
Li Reqayê panela têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
Li Reqayê panela têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
26 mijdar, 2025   18:14
REQA

Meclisa Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk paneleke diyalogê bi navê "Tundiya li ser jinan bi nêrîna civakî û olî" li hola Meclisa Jinan a Reqayê li dar xist.

Di serî de berdevka Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kînana Ebdo mijara yekê ya der barê tundiya li ser jinan de bi nêrîna civakî û aborî nîqaş kir.

Kînana Ebdo diyar kir ku tundiya aborî bandorê li xweseriya jinan û şiyana wan a biryardayûnê dike, jinan ji kar û perwerdehiyê dûr dixe û wan dike kole.

Kînana Ebdo destnîşan kir ku armanc ji tundiya malbatî jî kontrolkirin e, ew jî di encama zextên aborî û civakî û kevneperestiyê de derdikevin.

Der barê zewicandina zarokan de jî Kînana Ebdo anî ziman ku ew mafên zarokan binpê dike û zaroka dixe bin zextekê ji temenê wê mezintir û şopên demdirêj di jiyan, tenduristî û kesayeta wan de dihêle.

Di dawiya mijarê de Kînana Ebdo diyar kir ku têkoşîna dijî tundiyê ji hişyarîkirina jinan û xurtkirina beşdariya wan di civakê de dest pê dike û got: "Xurtkirina jinan di aliyê aborî û civakî de gava sereke ya avakirina civakeke hevseng û edalet e."

Piştre endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Olî Hesîna Mensûr li ser tundiya dîjîtal axivî û got: "Gelek jin rastî îstixlal û tundiya dîjîtal û gefxwarinan tên, ev jî zexteke derûnî ya mezin li wan dike."

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Îtîmad El Ehmed girîngî bi pêşxistina zanabûna jinan ji bo têkbirina qeydên civakê, da.

Hevseroka Meclisa Olî Fatme Bozan mijara duyê ya li ser nêrîna olî ya girêdayî tundiya li ser jinan, nîqaş kir.

Fatme Bozan got: "Tundiya li ser jinan li dijî hemû olên ezmanî ye. Pirsgirêk ne di olê de ye, lê belê di şîroveyên şaş de ye yên ku ji bo koletiya jinan û dûrxistina wan hatine bikaranîn."

Fatme Bozan diyar kir ku ola Îslamê bi derketina xwe re mekaneta jinan vegerand lê belê adet û şîroveyên şaş hişt jin werin dûrxistin.

Di dawiya mijatê de Fatme Bozan got ku divê nivîs careke din bi çavê wekheviyê yê ku ol pê rabûye, werin xwendin da ku jin bikarin rola xwe wekî hevbeşeke sereke di civakê de bilîzin."

Di dawiya panelê de beşdaran banga domandina panelan ji bo pênasekirina mafên jinan û xurtkirina beşdariya wan di têkoşînê de, kir.

(mh)

ANHA