Şandeya jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li kongreyeke jinan bû

Şandeyeke jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî Konferansa Piştgiriya Jinan ya li Beyrûtê bûn, Konferans bi boneya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hate lidarxistin.

Şandeya jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li kongreyeke jinan bû
Şandeya jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li kongreyeke jinan bû
Şandeya jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li kongreyeke jinan bû
Şandeya jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li kongreyeke jinan bû
Şandeya jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li kongreyeke jinan bû
Şandeya jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li kongreyeke jinan bû
26 mijdar, 2025   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komeleya  Newroz ya Çandî li Lubnanê tevlî konferansa "Hevgirtina Jinan - Hêzek ji bo Jiholêrakirina Tundî û Cudakariya li dijî Jin û Keçan" bû, ku ji hêla Platforma Jinan a Lubnanê ve bi boneya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hate lidarxistin.

Di konferansê de 4 mijarên li ser sîstemên tundiyê li Lubnanê htin gotûbêjkirin:

Di rûniştina 1’emîn de li ser şîdeta malbat û civakê nîqaş hat kirin, bi giranî li ser mekanîzmayên parastin û piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî.

Di rûniştina 2’emîn de şîdeta li ser bingeha zayendî hate nîqaşkirin û wê bi bandorên teqîna li Beyrûtê li ser jinan ve girêda.

Rûniştina 3’emîn tundiya siyasî hat gotûbêjiirin, tê de ezmûnên jinan hatin pêşkêşkirin.

Di rûniştina 4’emîn de tundiya li dijî rêxistin û komeleyan hate nîqaşkirin, bal hat kişandin ser hewldanên sînordarkirina wan û rêbazên berxwedanê û avakirina torên sivîl.

Di komxebata li ser tundiya siyasî de, endama Meclisa Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fewza Yûsif li ser ezmûna jinên Kurd di nav şandeya danûstandinan de bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re axivî.

Fewza Yûsif piştrast kir ku hebûna jinan li ser maseya danûstandinan ne hûrgiliyek e, lê belê faktorek bingehîn e ku ewlehî û mafên civakî bi hev ve girêdide, tiştê ku jin di siyasetê de pê re rû bi rû dimînin nîşana hişmendiyek e ku hewl dide jinan ji qada giştî dûr bixe, lê ezmûna Kurdan îspat kiriye ku israra jinan li ser beşdarbûnê danûstandinan vediguherîne qadeke têkoşîna siyasî.

Her wiha li ser tundiya li dijî komele û rêxistinan, seroka Komîteya Jinan a Komeleya Newroz ya Çandî, Newroz Osman, teqez kir ku tundiya li dijî rêxistinan ji tundiya li dijî kesan ne kêmtir e, ji ber ku ew rastî kampanyayên reşkirinê, gotara êrişkar û astengkirina xebata meydanî tên.

Newroz Osman anî ziman ku rêxistinên civaka sivîl ên jinan li Lubnanê rastî êrişan tê ku hewl didin dengê wan bitepisînin, ji ber ku ew bandorek siyasî û civakî çêdikin.

Newroz Osman diyar kir ku Komeleya Newrozê bawer dike ku avakirina hevpeymaniyan bersiva herî xurt e li hember her tundûtûjiyek rêxistinkirî, û berxwedana komeleyan gava yekem e ber bi şikandina pergala cudakariyê ve.

 (ac)

ANHA