Li Reqayê panelek ji bo jinan hate lidarxistin

Nivîsgeha Jinan a PYD'ê paneleke bi serenavê "Ji Reqayê… dengê jinan ji bo Sûriyeya azad a demokratîk" li dar xist. Di panelê de çalakvan, siyasetmedar û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Li Reqayê panelek ji bo jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panelek ji bo jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panelek ji bo jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panelek ji bo jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panelek ji bo jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panelek ji bo jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panelek ji bo jinan hate lidarxistin
Li Reqayê panelek ji bo jinan hate lidarxistin
29 tîrmeh, 2025   16:58
REQA

Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) paneleke diyalogê li hola Yekitiya Parêzeran a bajarê Reqayê li dar xist. Di panelê de endamên Meclisa Jinan a Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Di serî de berdevka PYD'ê Sema Bekdaş li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê û bandora wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn axivî.

Sema girîngî bi rola jinan di rêvebirina vê qonaxa hestiyar de, da û got ku şoreşa rastîn ji xurtkirina jinan û pêşxistina rola wan dest pê dike.

Semayê destnîşan kir ku li hemberî jinên Sûriyeyê zehmetiyên siyasî yên mezin hene û ji bo wê pêwistî bi hevgirtin û yekitiya wan û misogerkirina mafên wan di destûra nû de heye. Her wiha got: "Projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser ji bo jinan keştiya xelasiyê ye."

Sema di dawiya axaftina xwe de banga pêşîgirtina li provakasyonan û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş kir.

Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Wan teqezî bi rûniştandina nirxên neteweya demokratîk da û destkeftiyên ku jinan di bin siya Rêveberiya Xweser de bi dest xistine, silav kirin.

Her wiha paşguhkirina rola jinan di hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de jî şermezar kirin û girîngî bi bilindkirina dengê jinan bi rêya projeya Rêveberiya Xweser hat dayîn.

(mh)

ANHA