Rêveberiya Xweser sersaxî da malbata hunermend Ziyad Rehbanî

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi rêya nûnertiya xwe ya li Lubnanê, sersaxî da malbata hunermendê Lubnanî Ziyad Rehbanî û rola wî ya hunerî û mirovî silav kir.

Rêveberiya Xweser sersaxî da malbata hunermend Ziyad Rehbanî
29 tîrmeh, 2025   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Lubnanê Ebduselam Ehmed, li gel çalakvanên siyasî, di serdanekê de sersaxî da malbata muzîkjenê Lubnanî Ziyad Rehbanî.

Ebduselam Ehmed li ser navê Rêveberiya Xweser nivîsand û diyar kir ku hunermendê nemir Rehbanî muzîk kir helwestek, şano kir qada şer û peyv kirin xencer li dijî kirêtiyê û got: “Ew ne tenê hunermendek bû, lê wijdanek zindî bû ku dengê wî dema ku her kes bêdeng bû, deng vedida. Ew azad jiya û wekî ku jiya mir.”

Ehmed piştrast kir ku Rehbanî girîngî dida nasnameyên bindest, ji wan jî ya gelê Kurd bû.

Hêjayî gotinê ye ku muzîkjen Ziyad Rehbanî di 26’ê vê mehê, koça dawî kir.

Ew bi helwestên xwe yên wêrek û rexneyên tûj ên li ser rastiyên siyasî û civakî yên li Lubnanê û cîhana Ereban dihat nasîn. Mîrasa wî ya malbatî ya berfireh rê li ber wî negirt ku rêyeke hunerî ya serbixwe bişopîne û îlhamê bide nifşekî ji hunermend û rewşenbîran.

(ac)

ANHA