Li Hol û Şedadê xebatên pêşxistina binesaziyan

Şaredariyên gel ên Hol û Şedadê yên kantona Cizîrê bi armanca pêşxistina binesaziyê dest bi xebatan kiriye.

29 tîrmeh, 2025   16:05
HESEKÊ

Şaredariyên gel ên bajarên Hol û Şedadê yên kantona Cizîrê, di çarçoveya plana xwe ya 2025ˊan de, dest bi xebatên çêkirina kanalîzasyonan û binesaziyê kir. 

Şaredariya Gel a Holê di çarçoveya plansaziya xwe ya 2025ˊan de ku gelek tax û deverên li bajêr û gundewaran digire nava xwe, xebata çêkirina kanalîzasyonan li gelek taxan daye destpêkirin.

Girêdayî mijarê, hevseroka Şaredariya Gel a bajêr Xada Ebducebar diyar kir ku şaredariyê li taxa rojhilat a bajêr bi dirêjahiya hezar metreyî dest bi xebata çêkirina kanalîzasyonê kiriye. Li kêleka wê jî li bajarokê Um Hicêra jî li taxa rojava, başûr û taxa rojhilatê başûrê bajarok bi dirêjahiya hezar metreyî dest bi xebata çêkirina kanalîzasyonan hatiye kirin.

Li bajarê Şedadê jî şaredariyê dest bi avakirina kanalîzasyonekê li gundê El Becdelî kir. Endama rêveberiya Şaredariya Gel Xewle El Siwêlih diyar kir ku dirêjahiya kanalîzasyonê 650 metre ye.

Xewleyê destnîşan kir ku li hundirê bajêr kanalîzasyonek bi dirêjahiya 2 hezar û 500 metreyî tê çêkirin. Ev xebat wê zehmetiyên ji ber kanalîzasyonan derdikevin çareser bike. Xewleyê anî ziman ku dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên sererastkirina rêya Til Şayirê a ku Şedadê bi Deşîşayê ve girê dide, ya bi dirêjahiya 45 kîlometre, bikin.

Di dawiyê de Xewleyê diyar kir ku ev hemû xebat dê di kêmtirî mehekê de werin bidawîkirin.

(fr)

ŞEDADÊ

HOL