Li Reqayê li dijî şewatan tedbîr

Li Reqayê Komîteya Rewşên Awarte ji bo parastina berhemên çandiniyê ji şewatan, gelek tedbîr girtin.

Li Reqayê li dijî şewatan tedbîr
Li Reqayê li dijî şewatan tedbîr
Li Reqayê li dijî şewatan tedbîr
Li Reqayê li dijî şewatan tedbîr
Li Reqayê li dijî şewatan tedbîr
2 gulan, 2024   15:45
REQA

Komîteya Rewşên Awarte li kantona Reqayê dest bi girtina gelek tedbîran kir, ji bo ku zeviyan û berhemên wan ji şewatan biparêzine. Bi hevkariya Yekitiya Cotkaran û Yekîneyên Şêwiriya Çandiniyê kêleka rêyan ajotin.

Her wiha tîmên destwerdana lezgîn, komên agirkujiyê li kantonê û gundewarên wê bi cih kirin, hejmarên telefonên xwe li ser malperên fermî belav kirin, li torên medyaya dijîtal jî grup ji cotkaran re ava kirin, ji bo ku bi cotkaran re di nava têkiliyan de be.

Der barê mijarê de hevserokê Nivîsgeha Şêwiriyê ya kantona Reqayê Eymen El Sultan got: “Me dest bi ajotina kêleka rêya Ebyed a di navbera kantona Cizîrê û Reqayê kir. Tîmek din kêleka rêyan li bakurê kantonê diajon.”

El Sultan bang li cotkaran kir ku di vê demê de baldar bin ji bo ku tu şewatek rû nede û heke rû bide jî yekser agahî bidin tîmên agirkujiyê.

(şx)

ANHA