Li çolistana Sûriyeyê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
Çeteyên DAIŞ`ê êriş nuqteyeke leşkerî ya Firqeya 17`an a hêzên hikumeta Şamê ya li rojhilatê Reqayê kir. Di encamê de leşker hate kuştin û 2 din jî birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê êriş nuqeteya Firqeya 17`an a hêzên hikumeta Şamê ya li rojhilatê Reqayê kir. Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Li gorî SOHR`ê piştî êrişê, her du alî li ser rêya El Medhûl ê çolistana başûr li hember navçeya Sebxa ya rojhilatê Reqayê rû daye û dûre hêzên hikumeta Şamê sewqiyet anîn cihê şer.
(şx)