Ji Hunergeha Welat klîbeke nû ji bo zarokan

Hunergeha Welat ji bo zarokan klîbek bi navê "Ez çûm gund mala kalo" çêkiri. Klîb dê di çend saetên bê de were weşandin.

Ji Hunergeha Welat klîbeke nû ji bo zarokan
Ji Hunergeha Welat klîbeke nû ji bo zarokan
Ji Hunergeha Welat klîbeke nû ji bo zarokan
Ji Hunergeha Welat klîbeke nû ji bo zarokan
Ji Hunergeha Welat klîbeke nû ji bo zarokan
Ji Hunergeha Welat klîbeke nû ji bo zarokan
2 gulan, 2024   15:37
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN- EHMED SEMÎR

Hunergeha Welat piştî beşên qeyd, teknîk, kişandina dîmenan, montaj û deng, di dema dawîn de beşa zarokan vekir.

Hunergeha Welat amadekariyên klîba xwe ya yekemîn a ji bo zarokan bi dawî kiriye. Klîba bi navê "Ez çûm gund mala kalo" dê îro were weşandin.

Dîmenên klîbê li gundê Gir Dîwan ê Qamişlo hatine kişandin. Kişandina dîmenan rojekê dewam kiriye.

Strana "Ez çûm gundê mala kalo" balê dikişîne ser cudahiya di navbera jiyana li gundan û ya li bajaran de û gotinên wê ji aliyê helbestvan Bawer Can ve hatine nîvisandin. Rona Egîd jî stranê dibêje.

Têkildarî stranê belavkarê muzîkê yê li Hunergeha Welat Kawa Xalid got: "Zarokek ji bajar diçe gund mala kalikê xwe. Li gundan tevkarî heye, zarok bi hev re dilîzin, lewra zarok ji jiyana li gundan hez dike, ji xwezaya gundan hez dikin ku nêzî rihê zorokan e.

Kawa Xalid anî ziman ku ew bi rêya hunerê zarokan perwerde dikin û got: "Bi axaftinên li ser jiyana berê, paqijî, exlaq û dibistanê zarokan perwerde dikin.”

Kamerevanê li Hunergeha Welat Mihemed Mûsa jî diyar kir ku nêzî 15 zarokan di klîbê de cih digirin. Hejmara kesên di çêkirina klîbê de cih digirin 60 e. Dîmenên klîbê di rojekê de hatin kişandin.

Li ser pêşniyara Hunergeha Welat sala 2014`an Studyoya Şehîd Welat hate avakirin. Şehîd Welat endamê rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya Rojava bû ku dawiya sala 2013`an di êrişên çeteyên Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) de şehîd bûbû.

(şx)

ANHA