HRANA: Di mehekê 50 kes hatine bi darvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê ragihand ku di nava 30 rojên borî de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 50 bûyerên darvekirinê û 541 bûyerên girtinê hatine tomarkirin.

HRANA: Di mehekê 50 kes hatine bi darvekirin
22 gulan, 2026   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê, der barê rêjeya darvekirin, girtin û binpêkirina mafên mirovan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de rapora xwe ya mehane belav kir.

Li gorî raporê, di 30 rojên borî de herî kêm 50 bûyerên darvekirinê hatine tomarkirin ku piraniya wan darvekirina girtiyên siyasî yên çalakiyên nerazîbûnê ne. Her wiha hate gotin ku 541 bûyerên girtinê hatine tomarkirin.

Li gorî heman raporê 262 mal û milk jî di bin navê ‘alîkariya bi dijmin re’ hatine desteserkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku rewşa girtîgehan xirabtir bûye; 73 bûyerên binpêkirina mafan li dijî girtiyan weke astengkirina çareseriya bijîşkî û veguhestina nediyar a girtiyên siyasî hatine kirin. Li aliyê din hêzên ewlehiyê ji ber gulebarana bêserûber li her du bajarên Îranşar û Kirmanşahê  herî kêm 7 welatiyên sivîl û zarokek kuştine.