Li Reqayê karkerên aşa navendî daxwaza mûçeyên xwe kir

Karkerên aşa navendî ya Reqayê li pêş avahiya parêzgehê çalakî kir, daxwaza mûçeyên xwe yên ku ji 30ˊê Çileya 2025ˊan ve nehatine dayîn, kir.

Li Reqayê karkerên aşa navendî daxwaza mûçeyên xwe kir
6 nîsan, 2026   17:09
REQA

Karkerên aşa navendî ya bajarê Reqa yê Sûriyeyê îro li pêş avahiya parêzgehê daxwaza mûçeyên xwe yên derengmayî û îmzekirina peymanên xebatê ku mafên wan ên karmendiyê misoger bikin, kirin.

Karkeran da zan în ku wan ji 30ˊê Çileya 2025ˊan ve, ruxmî gelek sozên tesbîtkirinê bi rêya peymanên fermî wergirtine, mûçeyên xwe wernegirtine. Lê piştre dîtin ku biryar hatiye dayîn ku aşê bidin veberhînerekî, wê jî metirsiya wan a windakirina mafên wan û berdewama derengmayîna mafên wan çêkir.

Çalakvanan got daxwaza wan ew e ku mûçeyên wan tavilê bên dayîn û aqûbeta karmendiya wan bê zelalkirin û bang li aliyên eleqedar kir ku bilez destwerdanê bikin ku çareseriyekê ji bo berdewama xebatê û parastina mafên wan a qanûnî bikin.

Li kêlek wê, rojane karkerên paqijiyê ji ber nedayîna mûçeyên wan ji destpêka salê ve xwepêşandanan li dar dixin.

(fr)

ANHA