Li Humsê ciwanek hat kuştin

Li taxa Kerem Şemşem a bajarê Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin.

Li Humsê ciwanek hat kuştin
6 nîsan, 2026   17:11
HUMS

Nûçegihanê me daxuand ku li taxa Kerem Şemşem a bajarê Humsê kesên nenas di hundirê erebeyê de gule berdan serê ciwanê bi navê Arif Emîn Zelx û di cih de kuşt.

Nûçegihan da zanîn ku cenaze rakirina Nexweşxaneya Wetenî ya Humsê. Hat diyarkirin ku ciwan ji gundê Mezheriyê yê başûrê rojhilatê Humsê ye.

Ev sûc, digel berdewama rêzesûcên ku li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de tên kirin, pêk tê.

(fr)

ANHA