Li Reqayê Foruma Çaremîn a Sûriyeyê tê lidarxistin

Li Reqayê bi beşdariya siyasetmendarên sûriyeyî, rewşenbîr, kesayetên olî û endamên saziyên sivîl û MSD’ê, Foruma Çaremîn a  Sûriyeyê "Asoyên çareseriya Sûriyeyê û kêşeyên wê " tê lidarxistin

Li Reqayê Foruma Çaremîn a Sûriyeyê tê lidarxistin
Li Reqayê Foruma Çaremîn a Sûriyeyê tê lidarxistin
Li Reqayê Foruma Çaremîn a Sûriyeyê tê lidarxistin
13 sibat, 2025   12:23
REQA

Foruma Çaremîn a Sûriyeyê "Asoyên çareseriya Sûriyeyê û kêşeyên wê" ku ji aliyê PYD’ê ve hatiye birêxistinkirin, li Hola El Erd El Seîda ya li bajarê Reqayê dest pê kir. Endamên PYD, Partiya Sûriyeya Pêşeorjê, Partiya Muhafezkaran, rewşenbîrên ji Siwêda, Şam, Hema, Himus, herêmên berava Sûriyeyê, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, MSD û Kongreya Îslama Demokratîk beşdarî forumê bûne.

Di forumê de dê du mijar:  (rewşa Sûriyeyê piştî ketina rejîma Baas’ê, nirx û hêmanên komara sêyemîn a Sûriyeyê) û  (çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê, neteweya demokratî, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk nimuneya Rêveberiya Xweser)  werin nîqaşkirin.

Piştî deqeya rêzgirtin hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif bi xêrhatina beşdaran kir û şehîdên şoreşa Sûriyeyê bi bîr anî.

Perwîn Yûsif her wiha berxwedana li Bendava Tişrînê jî silav kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide deverên din ên Sûriyeyê dagir bike, lê em hewl didin têkiliyan bi welatên cîran re ava bikin. Tu pirsgirêkên me bi gelê Tirkiye an gelên herêmên din re tune ne, lê hikumeta Tirk hewl dide êrişên xwe yên li ser me rewa bike."

(bb)

ANHA