Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên tecrîdkirî serlêdaneke nû kirin.

Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13 sibat, 2025   12:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Mazlûm Dînç û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdana ji bo hevdîtinê kirin.