Nûn: Azadiya Rêbertî mîsogerkirina azadiya jinan e

Însiyatîfa Nûn diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya bidestxistina mafên jinan û bilindkirina dengên wan e. Her wiha daxuyand ku bi azadiya Rêbertî dê têkoşînên jinan berhemên xwe bidin.

Nûn: Azadiya Rêbertî mîsogerkirina azadiya jinan e
13 sibat, 2025   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan bi boneya salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi mercên girtina Rêber Abdullah Ocalan, pergala qirkirin û îşkenceyê ku li dijî wî dewam dike hate kirin. Hate gotin, pergala li Îmraliyê li dijî pîvanên hiqûqa mafên mirovan e.

Di daxuyaniyê de çalakiyên li dijî komployê û pêngava xelekên agir a bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" hatin bibîranîn. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi fikirên Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, hat destnîşankirin ku Rêber Abdullah Ocalan bal kişandiye ser rêgezên bingehîn ên wekî zindîkirina nirxên exlaqî di nava civakan de û mîsogerkirina azadiya jinan ku tevgerên şoreşgerî çavên xwe lê giritbûn.

Di daxuyaniyê de qala berxwedana ku 26 sal e  Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê dimeşîne û ev nirxandin hatin kirin "Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke fîzîkî, dirûnî û zihnî ya di asta herî jor de dike.  Vê berxwedanê îlham daye jin, ronakbîr, demokrat û şoreşgerên ji çar aliyên cîhanê ku li dora rêbertiya xwe bicivin û têkoşîna herî mezin a ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertî nîşan bidin. "

Di daxuyaniyê de hate gotin, azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya azadiya jinan û bilindkirina dengên wan di civakê de ye. Her wiha hate destnîşankirin ku bi azadiya Rêbertî wê têkoşînên jinan berhemên xwe bide.

Însiyatîfa Nûn bi boneya salvegera 26’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ev bangawazî kirin:

- Azadiya fîzîkî ya êsîrê ramanê azad pêk bînin, mercên guncaw dabîn bikin da ku Rêbertî karibe erkên xwe yên dîrokî bi cih bîne.

-Em bang li sazî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî dikin ku bêdurûtî û dûrî berjewendiyên siyaseta navneteweyî rolên xwe yên qanûnî pêk bînin, xwedî li biryara mafê hêviyê ye Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derkevin.

-Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin bila dest jî kiryarên xwe yên hişt berde û aqilmendiyê esas bigire.

Em bang li jinên azad, demokrat û ronakbîran dikin ku têkoşînê geş mezintir bikin.

(bb)

ANHA