Bangên aşkerakirina demildest a rewşa Rêber Abdullah Ocalan

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û PYD`ê li Helebê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang kir ku divê demildest rewşa wî bê aşkerakirin nemaze piştî ku erdhejek li nêzî Îmraliyê rû daye.

Bangên aşkerakirina demildest a rewşa Rêber Abdullah Ocalan
25 sibat, 2024   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û bang kir ku dive rewşa wî bê aşkerekirin.

Endamên meclisê Cûdî Mistefa û Îbrahîm Kenco daxuyanî li Kampa Serdemê ya li navçeya Ehdasê xwend.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan bê aşkerakirin nemaze piştî erdheja li nêzî girtîgeha Îmraliyê rû daye. Her wiha sûcên li dijî wî tên kirin û bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî li hember wan sûcan, hatin şermezarkirin.

HELEB

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  li pêşiya hola civînan a 8`ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa PYD`yê ya kantona Efrîn û Şehbayê Velentîna Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku demildest rewşa Rêber Abdullah Ocalan bê aşkerakirin, destûrê bidin malbat û parêzeran ji bo ku bi wî re hevdîtinê çêkin. Her wiha hate gotin CPT berpirsa sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan in.

HESEKÊ

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şeyma Eqra daxuyanî li Goristana Şehîd Dijwar xwend. Di daxuyaniyê de bang li dewleta Tirk a dagirker hate kirin ku delîlên diyar pêşkêş bike û îsbat bike ku tiştek bi serê Rêber Abdullah Ocalan nehatiye.

TIL TEMIR

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til tEmirê li parka meclisê çalakiyek li dar xist. Di çalaliyê de endamê meclisê Mihemed Eliyat daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên têkildarî girtiyan û CPT hate kirin ku fişarê li hikumeta Tirkiyeyê bikin ji bo ku bihêle parêzer û malbat serdana Rêber Abdullah Ocalan bikin û rewşa wî aşkera bikin.

DIRBÊSIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê daxuyaniyek da. Endama meclisê Foza Yusif daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê daxuyanî xwend û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan û civata navneteweyî kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin.

ŞEDADÊ

Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ayat El Îbrahîm daxuyaniya meclisê xwend û got: "Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk were, em ê têkoşînê mezin bikin. Em soz didin rêberê neteweya demokratîk  ku heta ev armanc pêk were, fedakariyan bikin."

(şx)

ANHA