Li Reqayê amadekariyên ezmûnên navîn û amadehî
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê tomarkirina xwendekarên serbest û asayî, ku ezmûnên bawernameyên navîn û amadehî pêşkêş bikin, berdewam dike û hemwextî wê navendên ezmûnan bi hemû pêdiviyên wan hatin amadekirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê amadekariyên pêkanîna ezmûnên xwendekarên bawernameyên navîn û amadehî, bi her du beşên xwe wêjeyî û zanistî dike. Deste xwendekarên serbest ên serlêdanê dikin pêşwaz dike û ji bo pêşkêşkirina ezmûnan du navend hatin amadekirin.
Têkildarî amadekariyan, hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Mihemed Elî ji ajansa me re axivî. Mihemed Elî diyar kir ku Komîteya Perwerdeyê bi alîkariya Nivsîgeha Ezmûnan re qeydkirina xwendekarên bawernameyên navîn û amadehî yên serbest didomîne. Mihemed Elî anî ziman ku hîna tomarkirin berdeawm e û dê dema rawestandina wê piştre diyar bibe.
Li gorî Elî, heta niha 760 xwendekar hatine tomarkirin, ji wan 150 xwendekar yên qonaxa navîn in.
Elî anî ziman ku ezmûnên xwendekarên serbest wê 14’ê Hezîranê dest pê bikin û 27’ê heman mehê bi dawî bibin û ev agahî parve kirin: "Ji bo ezmûnan du navendên bi hemû pêdiviyan hatin hazirkirin û mamosteyên ku dê çavdêriya ezmûnan bikin, hatine destnîşankirin. Di heman demê de deste bi hevkariya Nivîsgeha Rêveberiyê (Tewcîhê) re pirsan amade dikin."
Mihemed Elî diyar kir ku nêzî 500 xwendekarên asayî, anku bi awayekî bi rêk û pêk di dibistanan de dixwînin, hene û wê li gorî astên wan di salên berê yên xwendinê de werin nirxandin. Der barê xwendekarên serbest de jî Elî da zanîn ku lê ji bo xwendekarên serbest ew encamên ezmûnên dawîn esas digirin.
Elî anî ziman ku Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, ji bo xwendekarên asayî dewreyên perwerdê li dar xistine, ku xwendekaran ji bo mekanîzmeya nirxandinê ya pejirandî amade bike û xwe li gorî wê adapte bikin û biguncînin. Ev yek di çarçoveya koordînaya berdewam a bi Desteya Perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, ku beşdarî diyarkirina dîrokên azmûnan û organîzekirina bernameya azmûnan li gorî giştînameya hatiye derxistin dibe, û ji bo misogerkirina tevgerînê li hemû rêveberiyên dibistanan tê belavkirin.
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê Mihemed Elî da zanîn ku eger hejmara xwendekaran zêde bibe, wê navendeke din a ezmûnan vekin û got, par tenê li navendekî ezmûn hatin kirin.
(aq/fr)
ANHA