Siyasetmedar û çalakvan: Azadiya Rêbertî bingeha aştiyê ye
Siyasetmedar û çalakvanên li Hesekê diyar kir ku divê rayedarên Tirk bersivê bidin banga Rêber Abdullah Ocalan û got aştiya rastîn bêyî azadiya wî ya fîzîkî, reformên bingehîn ên destûrî û berdana girtiyan ne pêkan e.

Di 27’ê Sibatê de, Rêber Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” da û banga rawestandina şer û destpêkirina pêvajoyeke nû ya siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê kir. Li ser vê bangê PKK’ê di navbera 5 û 7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û di kongreyê de fesixkirina partiyê û rawestandina têkoşîna çekdarî ragihand.
Tevî vê pêngava wêrek a PKK`ê jî, rayedarên Tirkiyê heta niha ti gavên cidî ku niyeteke zelal ji bo şopandina rêya aştiyê nîşan bide, neavêtine.
EBDULXENÎ OSO: DESTPÊKÊ DIVÊ RÊBER AZAD BIBE Û GUHERTINA DESTÛRÊ PÊK WERE
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso der barê mijarê de wiha got: "Dewleta Tirk nakokiyê dijî. Di raya giştî de behsa aştiyê dike, lê li ser erdê rastî zextên partî û rêxistinên navxweyî tê ku naxwazin ev pêvajo bigihîne serî. "
Oso di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gava ku dewleta Tirk bi rastî jî aştiyê dixwaze, divê gava yekem bavêje, ew jî azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bê şert û merc e.
Li gorî Oso di pêngava duyemîn de divê Tirkiyê ji bo sererastkirina destûrê, berdana girtiyên siyasî ji girtîgehên wê û derxistina daxuyaniyên zelal ku niyeta wê ya rast ji bo tevlêbûna pêvajoya aştiyê ya berfireh nîşan dide, gavên rasteqîn biavêje.
HISÊN BERÎ: HIŞMENDIYA ÇEWISANDINÊ DEWLETÊ AVA NAKE
Çalakvanê siyasî Hisên Berî tekez kir ku aştî bijardeya neçar e, lê astengiya herî mezin hişmendiya serdest a rejîma Tirkiyê ye.
Her wiha Berî got, "Îro top li qada dewleta Tirk e û divê gavên wêrek û berpirsyar biavêje."
Berî anî ziman ku pêngava herî girîng azadiya Rêber Abdullah Ocalan e, ne tenê ji ber ku wî banga aştiyê kir, lê di heman demê de ew bi raman, ezmûn û têkoşîna xwe kesê herî pêkhatî ye ku vê qonaxê bi rê ve bibe, ye.
MIHEMED EŞREF ELÎ: DIVÊ DEWLETA TIRK DEV JI XAPANDINÊ BERDE
Çalakvanê siyasî Mihemed Eşref Elî, fesixkirina PKK'ê weke "gaveke dîrokî" bi nav kir.
Di dewama axaftina xwe de Elî got: "Xapandin û derengxistina ku em ji aliyê dewleta Tirk ve dibînin, nîşaneya lewazbûn û parçebûna rejîma wê ye. "
Elî bal kişand ser wê yekê ku di nav Tirkiyê de hinek alî hene ku naxwazin ev çareserî pêk were, ji ber ku ev yek xizmeta berjewendiyên wan nake.
Di dawiya axaftina xwe de Elî got: "Tişta ku îro pêdivî ye helwesteke zelal a dewleta Tirk e. Divê Rêber Abdullah Ocalan berde, reformên destûrî yên bingehîn pêk bîne, girtîgehan ji girtiyên siyasî vala bike. Tenê wê demê em dikarin behsa aştiya rast bikin. "
(k)
ANHA