Cotkar li benda destekê ne
Bi nêzîkbûna mewsima çinîna dexlûdanan û peqleyan re, xwediyên patozan li Til Temirê dest bi xebatên çaksazkirina patozên xwe kir. Hemwextî wê ji ber kêmbûna rêjeya baranê û qutkirina ava çemê Xabûr ji aliyê dewleta Tirk ve cotkar zehmetiyên mezin dikişînin.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandinî çavkaniya sereke ya debara welatiyan e. Lê îsal ji ber kêmbûna barîna baranê û qutkirina ava çeman mewsima herêmê gelekî lewaz e.
Ji 2019'an ve, piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê dagir kir, ava çemê Xabûrê ji ser bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê qut kir. Vê yekê hişt ku cotkaran rûbirûyî zehmetiyên mezin bin, nexasim ku piraniya wan ji bo avdana zeviyan, xwe dispêrin ava çemê Xabûrê. Lê ji ber tunebûna avê, piraniya zeviyên çandiniyê êdî bi awayekî bejî, hatine çandin.
Bi nêzîkbûna mewsima çinînê re, xwediyên patozan ên bajarê Til Temirê dest bi çaksazkirina dewrî ya patozên xwe kir, ku ceh û nîskan di dawiyê vê mehê de biçînin û piştre jî dest bi çinîna genim bikin.
JI BO AMADEKARIYA ÇINÎNÊ ÇAKSAZKIRINA GIŞTÎ
Di xebatên çaksazkirinê de parçeyên mekanîkî yên patozan tên rûnkirin, pirsgirêkên jenetoran tên tamîrkirin, parçeyên telef tên guhertin, li kêlek wê jî ajokar, etal û durûnkar tên hazirkirin.
Girêdayî mijarê, welatî Ebdurehman El Hisên ê ku ji gundê El Ezîziye bi darê zorê koçber bûye diyar kir ku ev 5 sal e ji dema dagirkirina bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, gelek zehmetî li pêşiya wan derketine û got: "Em ji eniyên şer ve nêzîk in û em ditirsin werin hedefgirtin. Bazirgan jî ji rewşê sûd werdigirin û parçeyên alavan jî biha kirine."
El Hisên diyar kir ku kêmbûna barîna baranê ya îsal barê wan girantir kir, nexasim ku ava çavkaniya sereke ya avdanê ya çemê Xabûrê hatiye qutkirin, ku wê jî bandorek neyênî kir.
BANGÊN DIYARKIRINA NIRXAN Û ALÎKARIYÊ
Xwediyê patozekê li bajêr Serbest Feysel got ku wan ji zêdetirî mehekê ve dest bi çaksazkirinê kiriye û diyar kir ku divê nirxên kirêya çinînê bi awayekî bi edalet werin diyarkirin.
Feysel wiha domand: "Em bang li Odeya Pîşesaziyê ya Rêveberiya Xweser dikin ku bihabûna nirxên kelûpelên patozan û lewazbûna mewsima îsal di ber çavan re derbas bike û nirxên ku ji bo hemiyan guncaw in, diyar bike."
COTKARÊN TIL TEMIRÊ CEFAYÊ DIKIŞÎNIN Û LI BENDÊ PIŞTGIRIYÊ BISTÎNIN
Cotkar Brikha Slivo yê ku genim li nêzî 200 genim erd li gundê Til Nisêrî got ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê û qutkirina ava çemê Xabûrê ve, rewşa çandiniyê li herêmê gelekî xerab bûye.
Slivo got: "Em ji Rêveberiya Xweser daxwaz dikin ku ji bo genim û ceh tûran ji me re peyda bike, navendên kirîna genim li nêzî herêmên me diyar bike, da ku barên veguhastinê li ser me sivik bibin."
KRÎZA 5 SALAN
Li gorî raporan, ji ber dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, di 5 salên dawîn de rewşa çandiniyê li bajarê Til Temirê û hawiza Xabûrê heta bi bajarê Hesekê gelekî bi paş ketiye, her wiha çavkaniyên Xabûrê jî zuwa bûne. Wê jî bandorek li ewlehiya xwarinê û qûta aborî ya cotkaran û niştecihan kiriye.
Lê dîsa jî cotkar bi hêvî ne Rêveberiya Xweser xwedî li bangên wan derkeve, barê wan sivik bike û berdewamkirina çandiniyê li herêmê misoger bike.
(mh/fr)
ANHA