Li Reqayê 6’emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan dest pê kir

6`emîn Mîhrîcana Zarokan bi dirûşma “Zarokên me kevokên aştiyê ne” li bajarê Reqayê dest pê kir.

2 îlon, 2025   17:19
REQA

6`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan bi dirûşma “Zarokên me kevokên aştiyê ne” ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Reqayê ve hatiye birêxistin, dest pê kir. 252 zarok ku cihê xwe di 19 komên navenda Çand û Hunerê ya Reqayê, Hîlala Zêrîn, Dibistana Gerestêrk a Zarokan a Meclisa Malbatên Şehîdan û gelek pêşdibistanên kantona Reqayê de digirin, beşdarî mîhrîcanê bûne. 

Mîhrîcan li hola Tac a başûrê bajarê Reqayê bi beşdariya bi sedan zarok, malbatên wan, endamên Desteya Çand û Hunerê ya kantona Reqayê, Navenda Hîlala Zêrîn, hevserokên Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê dest pê kir.

Di mîhrîcanê de çîgirê hevserokên Desteya Çandê ya Kantona Reqayê Îbrahîm El Reşîd axivî û bi xêr hatina beşdaran kir.

El Reşîd got: “Zarokên me cegerên me ne û hêviyên me yên siberoja geş ne. Em hêvî dikin ku zarokên me di mîhrîcanê de demên xweş derbas bikin.”

Dûre hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl axivî û lidarxistina mîhrîcanê li beşdaran pîroz kir.

Hêvîn destnîşan kir ku zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tovika siberoja geş in ku her kes hêviya wê dike.

Hêvîn ev li gotinên xwe zêde kir: “14 sal e, zarok ji ber şer êş dikişînin. Ji bo ku siberoja me bikujin, zarokên me dikin hedef. Ji ber ku baş dizanin ku zarok, siberoja civakan e. Em vê rojê li we pîroz dikin.”

Piştre zaroka bi navê Tesnîm Mihemed daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “14 sal e li welatê me şer didome. Şer gelek bandor li me kir, em tên topbarankirin û koçberkirin, hêvî û xeyalên me ji me dizîn, eşqa me ji muzîk û stranan re kuştin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo me ronahî ye, zarokatiye me bi ramanên xwe bedewtir kir. Rêber Abdullah Ocalan ji me pir hez kir. Wateyek da nameyên me yên ku ji dilê me yê biçûk derketiye. Ka werin em bi vê giyanê ji xewn, hêvî û zarokatiya Rêbertî hez bikin, li ser xewn û xeyalên wî pirtûkan binivîsin.”

Piştî daxuyaniyê, komên beşdar berhemên xwe pêşandan. Di dawiya roja yekemîn a mîhrîcanê de zarokê bi navê Qusay Selman straneke erebî got.

Mîhrîcan dê sibe bi hunerên nû û belavkirina xelatan bi dawî bibe.

(şx/bb)

ANHA