Fransa der barê Esad û hejmarek rayedarên berê de biryara girtinê da

Daraza Fransayê di çarçoveya lêpirsinekî têkildarî mirinên rojnamevan de serokê berê yê dewleta Sûriyeyê Beşar Esed jî di nav de der barê rayedarên payebilind ên berê de heft biryarên girtinê da.

Fransa der barê Esad û hejmarek rayedarên berê de biryara girtinê da
2 îlon, 2025   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Daraza Fransayê di çarçoveya lêpirsîna li ser bombebarana navendek çapemeniyê ya li bajarê Humsê yê Sûriyeyê û mirina du rojnamevanan de, serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed jî di nav de der barê gelek rayedarên payebilind ên berê de biryara girtinê da.

Rojnamevanên ku di avahiya ku 22’ê Sibata 2012’an hate hedefgirtin de bûn, piştî topbarana ewil xwestin derkevin ji derve, di wê kêliyê de rojnamevana amerîkî Marie (56) û rojnamevanê fransî Remi Ochlik (28) di encama êrişa bi topên hawanan de jiyana xwe ji dest dabûn.

Di bûyerê de rojnamevanê Fransî Edith Bouvier, wênekêşê Ingilîzî Paul Conroy û wergervanê wan Wail  El Omar birîndar bibûn.