Li Reqayê akademiyek hat vekirin

Li Reqayê bi merasîmekê Akademiya Mezopotamya ya Dada Civakî ya Şehîd Şernaz hat vekirin.

Li Reqayê akademiyek hat vekirin
Li Reqayê akademiyek hat vekirin
Li Reqayê akademiyek hat vekirin
Li Reqayê akademiyek hat vekirin
Li Reqayê akademiyek hat vekirin
Li Reqayê akademiyek hat vekirin
2 îlon, 2025   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera fermî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (DAANES), Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweseriya  Demokratîk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro Akademiya Mezopotamya ya Dada Civakî ya Şehîd Şernaz vekir.

Akademiya Mezopotamya ya Dada Civakî ya Şehîd Şernaz bi armanca pêşxistina pergala dadweriyê  û xurtkirina rêgezên edaleta civakî bi merasîmekê hat vekirin.

Di merasîma vekirina akademiyê de hejmarek dadwer û nûnerên meclisên edaleta civakî yên herêmê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Piştî merasîma vekirinê, bi beşdariya 36 dadwerên ji Dozgeriya Giştî û endamên nivîsgehên Têkoşîna li dijî Terorê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn,  dewreya perwerdeyê ya yekemîn hat destpêkirin.

Dewreya perwerdeyê  bi navê "Sûcên elektronîkî Elktironîk" hatiye vekirin, dê 3 rojan dewam bike. Di dewreyê de dê semîner li ser sûcên dîjîtal, encamên wan ên qanûnî û cezayên wan werin danîn.

(ac/bb)

ANHA