Li Reqayê 6’ê DAIŞ’î hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6 çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê girtin.

Li Reqayê 6’ê DAIŞ’î hatin girtin
25 tîrmeh, 2024   10:16
NAVNEDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Reqayê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ku ji 6 çeteyan pêk dihat, girtine.

Di daxuyaniyê ev agahî hatin parvekirin "Piştî komkirina agahiyan û diyarkirina cihên ku endamên şaneya DAIŞ’ê xwe lê vedişartin, hêzên me yên Dezgeha Ewlehiya Giştî roja 24’ê Tîrmehê operasyoneke ewlehiyê ya bi bandor li gundê Kerama yê rojhilatê Reqayê li dar xist. Hêzên me bi ser cihên endamên şaneyê xwe lê vedişartin girtin û endamên şaneyê ku 6 kes pêk dihat girtin. Şaneya hatî girtî plana pêkanîna kiryarên terorî datanî."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gel çeteyekî belgeyê ajokariyê ya tirkî hate dîtin.

Her wiha hate destnîşankirin ku miqdareke çek, teqemenî û alavên pêwendiyan bi çeteyan re hatin, dîtin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî bidawîbûna lêpirsînê çeteyên hatin girtin dê sewqî dadgehê werin kirin.

(bb)

ANHA