Li Reqayê 3 karkeran jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Tişrînê yê kantona Reqayê 3 karkeran li ser kar jiyana xwe ji dest da.

Li Reqayê 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
15 îlon, 2025   13:49
REQA

Karkarên bi navên Elawî Mihemed El Hisên, Ebûd Xalid El Naşif û Fewaz Mihemed El Naşif di xebatên sererastkirin û paqijkirina xetên kanalîzyonê de ku Şaredariya Gel dabû destpêkirin, jiyana xwe ji dest da.

Şêniyên bajarokê Tişrînê yê gundewarê bakurê Reqayê bi tevkariya ekîba bersivdayîna lezgîn, cenazeyê her sê karkeran rakirin.

Li gorî agahiyên ku ekîba bersivdayîna lezgîn dane, her sê karker ji ber kêmbûna oksecînê di xetên kanalîzasyonê de ku kûrahiya wan 3 mître derbas nake, xeniqîn.

(bb)

ANHA