Komîneke Til Temirê pêdiviyên dibistanê dan malbatan

Komîna Şehîd Demhat a li bajarê Til Temirê, cil û berg û pêdiviyên dibistanan li zarokên malbatên hewcedar belav kirin.

Komîneke Til Temirê pêdiviyên dibistanê dan malbatan
Komîneke Til Temirê pêdiviyên dibistanê dan malbatan
Komîneke Til Temirê pêdiviyên dibistanê dan malbatan
Komîneke Til Temirê pêdiviyên dibistanê dan malbatan
Komîneke Til Temirê pêdiviyên dibistanê dan malbatan
Komîneke Til Temirê pêdiviyên dibistanê dan malbatan
Komîneke Til Temirê pêdiviyên dibistanê dan malbatan
Komîneke Til Temirê pêdiviyên dibistanê dan malbatan
Komîneke Til Temirê pêdiviyên dibistanê dan malbatan
15 îlon, 2025   14:03
HESEKÊ

Bi destpêkirina sala xwendinê ya nû re, Komîna Şehîd Demhat a li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê destpêşxeriyeke alîkariyê da destpêkirin.

Endamên komînê ji bo zarokên malbatên hewcedar, cil û berg û pêdiviyên dibistanê peyda kirin. Cil û berg û pêdiviyên dibistanê yên mîna çente, pênûs û lênûskan li zarokên malbatên hewcedar ên taxê hatin belavkirin.

Hevserokê Komîna Şehîda Demhat Mûsa Yasîn der barê destpêşxeriya wan de got: Ev destpêşxerî di çarçoveya erk û berpirsyariyên komînan de hat pêkanîn, ev erkeke mirovî û exlaqî ye. Me xwest hêviyên zarokan û malbatên wan geş bikin.

Şêniyên taxê jî dilxweşiya xwe anî ziman. Şêniya bi navê Nûra Tahir got: "Em nikarin barê lêçûnên kirîna pêdiviyên dibistanê hilgirtin, lewma vê destpêşxeriyê barê me pir sivik kir. Ya herî girîng jî dilê zarokên me xweş kir.

(k)