Kongra Star Jîna Emînî bi bîr anî

Kongra Star Jîna Emînî ku di 13’ê Îlona 2022’yan de ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû qetilkirin, bi bîr anî. Bîranîn li Parka 4’ê Nîsanê ya Hesekê pêk hat.

Kongra Star Jîna Emînî bi bîr anî
Kongra Star Jîna Emînî bi bîr anî
Kongra Star Jîna Emînî bi bîr anî
Kongra Star Jîna Emînî bi bîr anî
Kongra Star Jîna Emînî bi bîr anî
Kongra Star Jîna Emînî bi bîr anî
Kongra Star Jîna Emînî bi bîr anî
15 îlon, 2025   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star a Hesekê bi boneya salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, daxuyaniyek da. Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê ji aliyê endamên Kongra Star Sîham Mele Elî ve bi zimanê erebî û ji aliyê Lînda Elî ve bi zimanê kurdî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Jîna Emînî û “şehîdên azadî û jiyaneke birûmet ên berxwedana li Rojhilat” hatin bibîranîn û hate gotin: “Keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî di 13’ê Îlona 2022’yan de, dema ku ew bi malbata xwe re ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ber bi Tehranê ve diçû da ku serdana xizmên xwe bike, hate girtin. Lê dewriyeyeke qaşo “polîsên exlaq” bi hinceta ku ew bi rêk û pêk hicabê li xwe nake, êrişî wê kir û ew bir navendeke destgîrkirinê ya li Tehranê. Di dema ragirtina wê de, îşkence lê hat kirin. Ew 3 rojan ket komayê û di 16’ê Îlona 2022’yan de jiyana xwe ji dest da.”

Di dewamê de hate gotin: “Şehadeta Jîna Emînî pêleke xwepêşandanan li dijî desthilatdariya otorîter a Komara Îslamî û aşkerakirina binpêkirinên mafên mirovan, binpêkirina sîstematîk a mafên jinan, da destpêkirin. Ev yek bû sedema sloganeke bihêz ku di nav tevgera jinan de derket holê û bi lez li çar aliyên cîhanê deng veda.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate gotin: “Em wekî tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaza rawestandina van kiryaran, rawestandina van binpêkirin û girtinan û berdana hemû girtiyên jin ên di girtîgehên Îranê de, bi taybetî çalakvanên siyasî yên jin ên ku çarenûsa wan hîn ne diyar e, dikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo bidawîkirina van binpêkirinan bi lez û bez mudaxele bikin.

Jin bingeha civakê ne û divê hemû maf û rûmeta wan were parastin da ku jiyaneke azad û birûmet were misogerkirin û civakeke azad û demokratîk were avakirin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

(dc)