Li Reqayê 2. Sempozyûma Hunera Şêwekariyê dest pê kir

Li kantona Reqayê  bi navê "Firat û Reng′′ 2. Sempozyûma Hunera Şêwekariyê dest pê kir.

Li Reqayê 2. Sempozyûma Hunera Şêwekariyê dest pê kir
Li Reqayê 2. Sempozyûma Hunera Şêwekariyê dest pê kir
13 kanûn, 2023   23:27
REQA

2′yemîn Sempozyûma Hunera Şêwekariyê li Reqayê dest pê kir. Sempozyûma bi navê "Firat û Reng"  ji aliyê Komîteya Çandê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê ve hatiye organîzekirin.

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 şêwekar beşdar in, her şêwekarek bi 2 tabloyan beşdar bûne.

Komîteyê diyar kir ku armanc ji sempozyûmê vejandina hunera şêwekariyê û belgekirina çandên herêmê bi rêya hunerê ye.

Tê payîn ku sempozyûm 10 rojan bidome û bi pêşangeheke tabloyên beşdar bi dawî bibe.

(mh)

ANHA