Urdunê rê li ber qaçaxçîtiya narkotîkê girt

Artêşa Urdinê  ragihand ku hewla qaçaxçîtiya miqdareke mezin a narkotîkê ji Sûriyeyê ber bi xaka wê ve têk biriye.

Urdunê rê li ber qaçaxçîtiya narkotîkê girt
13 kanûn, 2023   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Urdinê îro bi daxuyaniyekê got, hêzên parastina sînor bi koordîneya Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Narkotîkê û Saziya Ewlekariya Leşkerî hewldana komek qaçaxçiyan ku hewl da bi awayekî ne rewa sînor derbas bikin, pûç kiriye.

Li gorî daxuyaniyê hêzên Urdinê dest danîne ser 119 hezar hebên captagon,14 hezar û 800 hebên tramadol û zêdetirî 17 hezar gurzên heşîşê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku koma ku hewl da bikeve nava axa Urdunê, girêdayî koma ku duh hewl da sînor derbas bike û leşkerekî Urdinê kuşt.