Hêzên ewlekariyê şebeyeke dizî û şêlandinê zeft kir

Hêzên Ewlekariyê ragihand ku bi opersyonekê 17 kes girtine ku bi êrişan kiryarên dizî û şêlandinê dikirin.

Hêzên ewlekariyê şebeyeke dizî û şêlandinê zeft kir
13 kanûn, 2023   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agahiyên berfireh  der barê operasyonê de parve kir ku li gundewarê Hesekê yê kantona Cizîrê hat lidarxistsin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

′′Di heyama dawîn de hêzên me yên dijî tawanan gelek gilî ji welatiyan wergirtin ku li gelek deverên gundewarê Hesekê rastî kiryarên dizî û şelandinê yên bi rêyên çekdarî hatine. Tîmên lêkolînê yên girêdayî hêzên li dijî tawanan dest bi şopandina hemû giliyan kirin û agahî berhev kirin da ku wan kesan û cihê wan wan nas bikin. Bi kordînasyona li gel Dozgeriya Giştî, Hêzên li Dijî Tawanan û Operasyonê sibeha roja Duşemê 11′ê Kanûnê li gundê El Denîna girtin ser cihên wan kesan, hin kesên ku ji bo edaletê dihatin xwestin mermî reşandin û hêzên me jî bersiva wan dan. Di encamê de yek  jê jin  17 kes hatin girtin û her tiştê di destên wan de jî hatin desteser kirin ew jî ev in: 4 çekên kilaşînkov, 3 cercûr, 3 tiving (bombekşin), 6 telefonên destan, cercûra damançeyê, 2 rext, 13 cilên leşkerî.

Girtiyan di lêpirsîna destpêkê de li xwe mikur hatin ku bi êrişên çekdarî gelek dizî û şelandin pêk anîne. Piştî karên qanûnî werin temamkirin dê sewqî Dozgeriya Giştî bêne kirin."

(bb)