Li Reqayê 2 diz hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 diz li kantona Reqayê girtin.

Li Reqayê 2 diz hatin girtin
6 adar, 2025   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya xebatên bênavber ên xurtkirina ewlehî û parastina welatiyan de Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kezên tawanên wan cuda ne, girt.

Di operasyona yekemîn de Dezgeha Têkoşîna Dijî Tawanan kesê bi nav F.G. bi tawana pêkanîna diziya bi rêya tundiyê, girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku tîmên lêpirsînê cihê tawanbar diyar kir û li Kîsrat di 25’ê Sibatê de girt.

Tawanbar li xwe mikur hat ku wî sûc kiriye û wê ji dozgeriyê re bê rakirin ku tedbîrên qanûnî werin temamkirin.

Girêdayî heman mijarê, Dezgeha Têkoşîna Dijî Tawanan tawanbar M.K. ku destê wî di sûcên dizîna kel û pelên erebeyan de heye, girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku Tîmên Lêpirsînê di dema agahî ji wan re tên yekser dest bi lêgerînê dikin, cihê tawanbar diyar dikin û digirin.

(fr)

ANHA