Jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê 8’ê Adarê pîroz kir

Kongra Star li bajarên Girkê Legê û Rimêlanê bi boneya 8’ê Adarê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de axaftin hatin kirin, helbest û stran hatin pêşkêşkirin.

Jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê 8’ê Adarê pîroz kir
Jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê 8’ê Adarê pîroz kir
6 adar, 2025   22:27
GIRKÊ LEGÊ

Di çarçoveya pîrozbahiya Roja Jinan a Cîhanê de, Kongra Star li navenda Hêzên Parastina Civakî ya Girkê Legê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de jinên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê, endamên Kongra Star û nûnerên ji saziyên sivîl beşdar bûn.

Rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Cizîrê Ayhan Murad roja 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Şehîdan hişt ku em bigihînin vê rojê û em ê têkoşîna xwe bilind bikin û şopdarê wan bin."

Di şahiyê de hunermend Zênê Ebas û Îbrahîm Ewad stran gotin. Çalakî bi govendên gelêrî bi dawî bû.

(fr)

ANHA