Li Refahê nêzî 100 kes hatin kuştin

Îsraîlê du şev bi bombardûmaneke giran li ser Refahê kir ku nêzî sînorê Misrê ye. Di operasyonên de nêzî 100 kes hatin kuştin.

Li Refahê nêzî 100 kes hatin kuştin
12 sibat 2024   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, Îsraîlê li bajarê Refahê ku li ser sînorê Misrê ye bi şev operasyonek kir ku di encamê de nêzî 100 kes hatin kuştin.

Li gorî hikumeta Hamasê, di çarçoveya vê operasyonê de êrîş li ser 14 mal û sê mizgeftên li herêmên cuda yên Refahê hate kirin.

Hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê diyar kirin ku di vê operasyonê de ji Îsraîliyên di 7'ê Cotmehê de ji aliyê şervanên Hamasê ve hatin revandin 2 dîlgirtî hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniyê, "Fernando Sîmon Marman ê 60 salî û Loûîs Har a 70 salî li Refahê di operasyona bi şev a artêşa Îsraîlê, Shîn Beth (Ewlekariya Hundirîn) û polîsan de hatin rizgarkirin."