Kalkan: Divê em pergala Îmraliyê baş fêm bikin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar ku pergala Îmraliyê rêveberiyeke hevpar a ku bi qirkirinê tê birêvebirin e û got: "Divê civaka Kurd û hêzên şoreşger ên demokratîk rastiya êrîşa îmhayê ya li ser Rêber Apo baş fêm bikin.”

Kalkan: Divê em pergala Îmraliyê baş fêm bikin
12 sibat 2024   12:29
NAVENDA NÛÇEYA

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, salvegera 25’emîn a Komploya Navneteweyî û berdewamiya wê, tecrîda li Îmraliyê, pergala êşkence û qirkirinê ji ANF’ê re nirxand. 

Beşa yekem a nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan wiha ye:

25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata dîrokî bi armanca îmhakirina Rêber Apo ku îradeya azadî û hebûnê ya gelê Kurd e tê jiyîn. Pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ku li ser esasê komployê hate afirandin, sala xwe ya 25’emîn diqedîne. Di serî de em bi vê boneyê hêzên komploger lanet dikin. Em hemû şehîdên xwe yên leheng ku di bingeha şîara “hûn nikarin roja me tarî bikin” ya li hember komployê bi awayekî cangorî li ber xwe didin û bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em Rêber Apo û berxwedana dîrokî ya Îmraliyê silav dikin.

Bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navnetewî û pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ku derxistiye holê, pêwîste em li ser bisekînin. Pêwîstî bi kurtkirina 25 salên borî heye. Komploya 15’ê Sibatê û pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ku berdewam dike bi taybetî di salvegera 25’an de di çi rewşê de ye? Merov çawa bikeve sala 26’an? Em ê hewl bidin ku bi kurtasî li ser van yekan rawestin.

DIVÊ EM JI BÎR NEKIN KU KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ RASTIYA ÊRÎŞEKE TUNEKER E

Weke ku tê zanîn Komploya Navneteweyî di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir. Êrîşeke ku Rêber Apo neçar kir ji Sûriyeyê derkeve û nehişt ku biçe tu derê, armanc bi rêbaza komplogerî bê tunekirin bû. Lewma divê em tu carî ji bîr nekin ku Komploya Navneteweyî rastiyeke êrîşê ye. Di heman demê de divê em ji bîr nekin ku rastiyeke êrîşê ya wêranker heye. Komploya Navneteweyî divê tu carî bi awayekî din neyê fêmkirin. Tu armanceke wê ya din nîne. Armanca wê ya bingehîn tunekirina Rêber Apo, li ser vê bingehê tasfiyekirina PKK’ê û serketina qirkirina gelê Kurd a li ser esasê îmha û tasfiyekirina Rêber Apo û PKK’ê bû. Li ser vê bingehê êrîşa Komploya Navneteweyî encama êrîşa qirkirina Kurdan bû. Êrîşeke ku bi hişmendî û siyaseta qirker a sed salan li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin bû.

Em dizanin ku ev hişmendî û siyaseta qirker di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de hatiye avakirin. Di destpêkê de qirkirina Ermeniyan weke komkujiya Kurdan derket holê. Piştre jî weke qirkirinên Asûrî, Suryanî û Yewnanan domiya, lê di qirkirina Kurdan a sed salî de bingeha xwe ava kir. Di dijminatiya xwe ya Kurdan de hemû êrîşên qirker kir yek. Dijminatiya li hemberî Kurdan û qirkirina Kurdan bûye bingeha vê hişmendî û polîtîkayê.

Em dizanin ku ev hişmendî û polîtîka bi Peymana Lozanê ya 1923’an re hatiye sepandin. Bi rastî, ew di Peymana Qahîreyê ya 1920’an de hate damezrandin. Peymana Lozanê di navbera welatên serkeftî yên Şerê Cîhanê yê Yekem û rêveberiya kemalîst de li ser esasê qirkirinê lihevhatinek derxist holê. Piştî wê jî bi awayekî plankirî hate sepandin.

DIFIKIRIN KU QIRKIRINA KURDAN TEMAM KIRINE

Rêber Apo 15’ê Sibatê weke “Roja Qirkirina Kurdan” pênase kir. Di 15'ê Sibata 1925'an de ev yek weke provokasyonek li hemberî berxwedana Şêx Saîd anî ziman. Êrîşa provokatîf a komploger a li dijî Şêx Saîd û êrîşa Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo berdewamê hev bûn. Ji bo vê jî Rêber Apo roja Komploya 15’ê Sibatê û roja provokasyona 15’ê Sibatê kir yek; weke Roja Qirkirina Kurdan pênase kir.

Ev pêvajoya êrîşa qirkirinê êdî dikeve sed saliya xwe. 15’ê Sibata îsal wê bibe sed saliya vê êrîşa qirkirinê. 15’ê Sibata bê dê bibe sed saliya Komkujiya Kurdan. Lewma êrîşeke 100 salî diyar e.

Ev êrîş di demên cuda de li Bakur, Rojhilat û Başûr ji aliyê dewletên cuda ve bi awayekî plankirî pêk hat. Lê her dem xwedî rêveberiyeke hevpar bû. Çawa ku Îngilistan û Fransa ku pergala modernîteya kapîtalîst a gerdûnî ya qirkirina Kurdan a di Peymana Lozanê de diyar kir û dewleta Tirk a ku erka qirkirina Kurdan pêk anî, bi hev re hatin avakirin. Ji ber vê yekê her dem rêveberiyeke hevpar hebû. Hat dîtin ku di serdema paşerojê de qirkirina Kurdan pêk anîne. Bi gotineke din, desthilatdareke ji hêzên ku pergala modernîteya kapîtalîst a gerdûnî bi rê ve dibin û hikûmetên netewe-dewlet ên ku êrîşên qirkirinê li ser parçeyên Kurdistanê pêk tînin, derket holê. Difikirî ku êrîşeke bi vî rengî heta salên 1970'yî encam girt. Bi taybetî bi Peymana Cezayîrê ya Çileya 1975’an, dema ku PDK’ê ‘Aşbetal’ îlan kir û têk çû, êdî pêvajoya berxwedana klasîk temam bû. Berxwedana Kurdan a klasîk ber bi dawiyê ve diçû. Civaka Kurd dînamîka xwe ya berxwedanê ya li ser pêkhateya civakî ya eşîrî, feodal winda dikir. Li ser vê yekê dewletên ku li ser Kurdistanê serwerî dikirin, bi taybetî jî dewleta Tirk, niha digotin ‘Me qirkirina Kurdan temam kir’. Di wê baweriyê de bûn ku hemû Kurdan qir kirine. Bi rastî dewleta Tirk piştî ku berxwedana Araratê di sala 1930’an de şikand, wêrek bû ku li Çiyayê Araratê tirbeyek çêbike û binivîsîne, ‘Kurdistana Xeyalî li vir e’. Difikirî ku qirkirina Kurdan temam kiriye.

Ji sala 1973’yan û pê ve di pêşengiya Rêber Apo de li dijî hişmendî û siyaseta qirker a bi vî rengî û li dijî êrîşa qirkirinê hişmendî, rêxistinbûn û çalakiyên nû yên neteweyî yên azadîxwaz pêş ket. Di sala 1978’an de bû partî, di 15’ê Tebaxa 1984’an de dest bi tevgera gerîla kir û di destpêka salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê di şoreşa vejîna netewî de bi ser ket. Serhildanan derxist holê. Serhildanên gelên ku di pêşengiya jinan de şoreşa azadiya jinan difikirîn afirand.

JI BO ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ YA LI SER BEXDAYÊ, DYE PÊŞÎ ÊRÎŞÎ RÊBER APO KIR

Ji ber vê yekê sosyalîzma reel têk diçe û cîhan dikeve şerekî nû; Dema ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ket pêvajoyê, li Kurdistanê li dijî hişmendî û siyaseta qirker a ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst a gerdûnî ve tê meşandin, berxwedaneke gel, serhildaneke gel derket holê. Hişmendî û siyaseta qirker ev yek ji bo xwe xeteriya herî mezin dît. Ger hûn bala xwe bidin pêvajoya bi navê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi Şerê Kendavê destpê kir. Êrîş û mudaxeleya DYE ya li ser Rojhilata Navîn bû.

Êrîşeke DYE’yê ya li hemberî Rojhilata Navîn bû. Bi şerê navborî DYE’yê Kendav û derdora wê xist bin kontrola leşkerî. Di heman demê de bi peymaneke ku jê re tê gotin Operasyona Hêza Çakuç, bi peymana NATO’yê rêveberiya Hewlêrê ya heyî hat avakirin û hat armanckirin ku nehêlin PKK bikeve Başûrê Kurdistanê. Bi vî rengî PKK li Bakurê Kurdistanê wê bihata dorpêçkirin. Di rastiyê de li ser esasê planeke bi vî rengî di Cotmeha sala 92’an de ji bo belavkirina têkbirina serweriya gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşa hevpar a tifaqa dewleta Tirk, DYE, PDK û YNK’ê pêş ket. Me ji vê re got, Şerê Başûr ê Yekemîn. Di rastiyê de komplo li cihekî bi vê êrîşê re destpê kir. Berê jî di Tîrmeha 1987’an de bi îlana rewşa awarte di rastiyê de li dijî PKK’ê operasyoneke tasfiyeyê ya kûreyî hatibû lidarxistin. Lê ev bi berxwedana gerîla, têkoşîna Rêber Apo û berxwedana di doza Dusseldorfê de hatibû xerakirin, têk çûbû. Weke êrîşeke nû ya sîstema modernîteya kapîtalîst a kûreyî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derket holê, li aliyekî DYE’yê li Kendavê kontroleke leşkerî pêk dianî, li aliyê din jî bi awayê ku PKK li Bakurê Kurdistanê bê dorpêçkirin destpê kir.

Di tevahiya salên 90’î de li ser vî bingehî têkoşîn hat kirin. Dewleta Tirk bi alîkariya PDK û DYE’yê êrîşa xwe ya îmhaya leşkerî ku Başûrê Kurdistanê jî digirt nav xwe, bi operasyonên cur be cur domand. Di encamê de dema ku xwest di stratejiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû pêk bîne Bexdayê bi dest bixe, DYE’yê destpêkê êrîşî Rêber Apo kir. Plan kir ku Rêber Apo bêbandor bike, PKK’ê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bêbandor bihêle û li hemberî Bexdayê êrîşa dagirkeriyê bimeşîne. Li ser bingehê hebûna Rêber Apo cesaret nedikirin ku êrîşî Bexdayê bikin. Ji ber ku ditirsiyan. Ditirsiyan ku Rêber Apo Başûrê Kurdistanê hetta Iraq bixe bin bandora xwe û mîna Şoreşa Cotmehê li dijî sîstema kapîtalîst geşedaneke nû ya demokratîk a şoreşgerî ya alternatîf pêş bixe. Lewma ji sala 91’an heta 2003’yan qasî 13 salan êrîşî Bexdayê nekirin. Hebûna Rêber Apo pêşî li êrîşên leşkerî girt. Li Rojhilata Navîn aştî parast.

GELEK ÊRÎŞÊN ÎMHAYÊ LI DIJÎ RÊBER APO HATIN KIRIN

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li ser bingehê biryar û plana tifaqa DYE, Îngilistan û Îsraîlê ji bo îmhakirina Rêber Apo êrîşa komploya navneteweyî hate destpêkirin. Li Rêber Apo ferzkirin ku ji Sûriyeyê derkeve. Vexwendin Yewnanistanê. Dema çû Yewnanistanê jî ji qada hewayî nexistin hundir. Ji Sûriyeyê derket, lê nekarî bikeve Yewnanistanê. Vegerîn lê ferzkirin. Yanî hat xwestin ku bi êrîşa îmhayê bê tunekirin. Rêber Apo venegerî, çû Rûsyayê û ev yek xera kir. Zextên li ser Rûsyayê bi çûyîna Romayê re xera kir. Gelek êrîşên îmhayê li dijî Rêber Apo hatin kirin. Li Romayê, piştî Romayê car din li Rûsyayê. Piştre birin Yewnanistanê, birin Rûsyaya Spî. Bi armanca îmhayê gelek êrîş hatin kirin. Rêber Apo hemû jî pûç kirin. Dema ev êrîşên wan pûç bûn, bi derewa “Em ê bibin Efrîkaya Başûr” ew birin Kenyayê. Li Kenyayê jî nekarîn bi destê hikûmeta Yewnanistanê îmha bikin, lewma biryara pêkanîna Komploya 15’ê Sibatê dan. Yanî dema ku komplo bi rêbaza ‘kî lê xist’ encam negirt, 15’ê Sibatê êrîşa revandina bi korsanî ket rojevê. Hat xwestin ku bi îdamê îmha bikin. Biryara komplogeran teqez ew bû ku Rêber Apo bi îdamê bê îmhakirin. Ji ber ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê wê yekser hatiba îdamkirin. Gumana ti kesê ji vê yekê nebû.

HER KES DIVÊ PÊVAJOYÊN DÎROKÎ BAŞ HÎS BIKE

Li ser vî bingehî 15’ê Sibata 1999’an êrîşa komployê pêk hat. Rêber Apo bi hîleyê hat revandin û birin Tirkiyeyê, Îmraliyê. Darizandineke xapînok li ser hat ferzkirin. Roja ku Şêx Seîd hatî îdamkirin, cezayê îdamê dan Rêber Apo jî. Evqasî her tişt serhev anîn. Roja ku li dijî Şêx Seîd provokasyon kirin, Rêber Apo ji Kenyayê revandin. Roja ku Şêx Seîd îdam kirin, cezayê îdamê dan Rêber Apo. Yên digotin me berxwedana Kurd tune kir, bi ti rengî qebûl nekirin ku bi pêşengiya Rêber Apo berxwedaneke nû ji bo azadiya Kurd derket holê, yanî tehemûl nekirin. Bi dîrokên berê re anîn berhev, xwestin mîna ku qet neyî nîşan bidin. Divê em van rastiyan baş bizanin. Divê mirov, civak, ciwan û jinên Kurd baş fêm bikin. Di rastiyê de divê hemû hêzên demokratîk ên şoreşger, sosyalîst vê yekê baş fêm bikin. Li Kurdistanê welatparêzî, azadîxwazî û mîlîtaniya şoreşgerî bi fêmkirin û hîskirina rastiya komployê pêkan e. Yên wisa nebin, nikarin pêvajoyê baş fêm bikin. Lewma nikarin bi rengekî rast xwedî li wezîfeyên xwe yên welatparêzî û şoreşgerî derbikevin. Nikarin bibin şervanek azadiyê yê bi serketî. Ji vî alî ve ev pêvajoyên dîrokî pir girîng in.

Em ya piştî wê jî dizanin. Dema Rêber Apo komplo teşhîr kir, komploger teşhîr kir, bi taybetî dema asta komployê ya li hemberî Tirkiyeyê teşhîr kir rewş hat guhertin. Ji ber ku serokwezîrê Tirkiyeyê yê di pêvajoya komployê de Bulent Ecevît wiha gotibû, “Min bi rengî fêm nekir, Emerîkayê çima Apo radestî me kir?” Rewşa ku wî fêm nekirî, Rêber Apo qala rastiya komployê kir û da fêmkirin. Astên komployê yên li hemberî civaka Tirk û rastiya Tirkiyeyê bi kûrahî analîz kir û nirxand. Vê yekê di civaka Tirkiyeyê, zihniyet û rêveberiya Tirkiyeyê de lêpirsîneke girîng ava kir.

GOTIN, EM Ê ÎDAMEKE BELAVÎ PÊVAJOYÊ BÛYÎ PÊK BÎNIN

Li aliyê din hêzên komploger êrîşa 15’ê Sibatê pêk dianîn, yanî dema Rêber Apo ji Kenyayê revandin birin Stenbolê, birin Îmraliyê ev hesab dikirin: PKK wê di nava 6 mehan de tune bibe. Lewma li ser bingehê îdama Rêber Apo û tasfiyekirina PKK’ê hesab dikirin ku serî li qirkirinê bidin. Lê Rêber Apo li dijî komployê têkoşîn bi kûrahî pêş xist. PKK belav têk neçû û tasfiye nebû. Civaka Kurd ji Rêber Apo û PKK’ê qut nebû. Bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ berxwedaneke fedayî ya mezin pêş ket. Tevger û gel li dora Rêber Apo kom bû.

Vê yekê armanca îdamê ya Komploya 15’ê Sibatê xera kir, vale derxist. Rêveberên dewleta Tirk neçar man ku rewşê ji kûrahî ve lêpirsîn bikin. Ev yek nirxandin; eger em îdam bikin PKK û gelê Kurd li ser piyan e. Wê rabin serhildanê û hesab bipirsin. Wê pratîkekî derxînin holê ku dewleta Tirk wê zirara herî mezin bibîne. Ev yek ji bo xwe xeter dîtin. Li şûna vê madem ku hatiye girtin em ê sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê biafirînin, di bin vê sîstemê de bi polîtîkaya rizandinê tune bikin. Yanî gotin, em îdameke belavî pêvajoyê bûyî pêk bînin. Pêkanîna îdamê li ser vî bingehî taloq kirin.

Piştre jî polîtîkaya rizandinê ya Îmraliyê, ji aliyê hikûmeta koalîsyonê ya bi serokatiya Bulent Ecevît ve hate meşandin. Armanc dikirin ku bikevin Yekîtiya Ewropayê. Di çarçoveya ketina Yekîtiya Ewropayê de hesab dikirin ku mafên demokrasî û azadiyê yê gelê Kurd tune bikin. Bi armanceke bi vî rengî Sîstema Îmraliyê afirandin û êrîşa Îmraliyê dan destpêkirin. Îmralî bi xwe jî weke êrîşekê hat avakirin.

Sîstema Îmraliyê di rastiyê de domandina êrîşa komploya navneteweyî ye. Yên Îmralî ava kirin, wiha gotin “Îdam carekê dikuje, lê li Îmraliyê her roj mirov 10 caran dimire.” Rêber Apo jî rastiya Îmraliyê wiha nirxand. Got, “Li Îmraliyê mirina normal nîne, kuştin heye.” Polîtîkaya rizandinê di rastiyê de wê biba îdameke ku li demê hatiye belavkirin. Rêber Apo wê tiştekî neafirîne, PKK wê xwe nû neke, wê tasfiye bibe, Rêbertî wê bêyî rêxistin maba. Bi vî rengî wê Berxwedana Azadiyê ya Kurd tune bibe. Hesab ev bû, plan li ser vê bingehê bû. Têkoşîna Îmraliyê li ser vî esasî destpê kir. Rêber Apo tevî hemû şert û mercên zehmet, têkoşîn kir û got, em dikarin bi têkoşînê van êrîşan têk bibin. Ji rêxistin û gel piştgirî xwest. Tevgera me û gelê me jî ji Rêber Apo bawer kir û piştgirî da.

HER KES DIGOT, MA LI ÎMRALIYÊ TÊKOŞÎN DIBE?

Lê li vir pêvajoya ku em jê re dibêjin têkoşîna dijwar a Îmraliyê di salên 2000, 2001, 2002’an destpê kir. Em wan rojan bînin bîra xwe. Yên bixwazin dikarin lêkolînê bikin. Kî çi fikirî û çi nivîsiye. Kesî bawer nedikir ku tiştên Rêber Apo gotî wê pêk werin. Her kesî digot ev ne mimkûn e. Digotin “Ma li Îmraliyê têkoşîn dibe? Êdî tiştekî ku Apo bike nîne. Divê PKK’ê eqlê xwe kombike serê xwe, ewqas derfetê wê hene; bila wê li arê nede. Êdî bila nedin pey şopa Apo.” Ne tenê mirovên ji rêzê, welatparêzên li derdora me jî vê yekê digotin.

Dema rêveberiya me da xuyakirin ku wê piştgiriyê bide Rêber Apo, rastî heqaretên giran hat. Çi negotin? Dema ku arşîv bên vekirin, kî/ê helwesteke çawan raber kiriye, ji komployê çi fêm kirine, çi gotine wê derkeve holê û bê dîtin. Rewş ewqas cidî bû. Divê ev yek ji rêzê neyê dîtin. Ev nêrînek ne asayî bû. Li gorî sekna mirovan a navîn, li Îmraliyê tiştekî ku karibe bê kirin, tinebû. Zîhniyeta wan jî zîhniyeteke navîn bû, li girtîgehên asayî nedikarîn tiştek hilberandina li cihek mîna Îmralî ku rojê ji bo 10 car mirov bikuje hatiye avakirin çi dikare bê kirin? Bi kurtasî bawer nedikirin ku tiştek li wir çêbibe.

Lê belê nekarîn vê rastiyê fêm bikin. Rêber Apo ne mirovekî ji rêzê ye. Ew ne mirovekî normal e. Ew li ser normalbûnê ye. Bi tiştek bawer bike, dike armanc û pêk tîne. Lêhûrbûnên wî yên mezin hene, şêwaza xebatê, aliyê wî ya qezenckirinê, afirînerî heye. Xwedî berhemdariyeke pir xurte. Disîplîna wî ya jiyan û xebatê bi rengê xwe yê herî xurt e. Qet derfet nebe jî, hêza têgihîştin, pirskirin, hîskirin, hilberandina fikrên nû, eşkerekirina rêgezên jiyana nû û bi cih anîna pratîkê nîşan dide. Nekarîn vê rastiyê fêm bikin. Rastiya rêbertî ku di şexsê Rêber Apo de şênber dibû, rastiya wî ya pêşengiyê, afirîneriyê fêm nedikirin ango nedixwestin fêm bikin. Rêber Apo jî mîna xwe didîtin. Lê her kes xapiya.

ERDOGAN NE SİYASETMEDAR E Û AKP JÎ DI RASTIYÊ DE NE PARTIYEKE SIYASÎ YE

Di têkoşîna Îmraliyê ya di navbera salên 2000-2002’an de her kes şaş bû. Beriya her tiştî Ecevît bi xwe şaş bû. Dema ku wan li hêviya encameke teqez bûn, di sala 2002’an de di 2’ê Tebaxa 2002’an de cezayê darvekirinê ji Destûra Bingehîn derxistin. Difikirî ku teqez ew encam girtine. Rêber Apo parêznameya xwe ya du beşî ya di parêznameya DMME’yê ya bi sernava “Ji Dewleta Rahîb Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk ve” de bernameya Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad weke çareseriya pirsgirêka Kurd derxist holê. Bi vî rengî dema diyar kir ku encex bi mafên demokrasî û azadiyê yê gelê Kurd wê pirsgirêka Kurd çareser bibe, hingê bernameya mafên şexsî ya Ecevît têk çû. Ji nişka ve hindik mabû li nexweşxaneyê Ecevît ji serokwezîrtiyê bixistana. Ji xwe piştre ji bo hilbijartina pêşwext dane zorê. Ecevît careke din gotibû; "Min fêm nekir bê ka Bahçelî çima hilbijartina pêşwext dixwest." Digot, “Bi rastî pêvajoyê pir baş bi rê ve dibir. Ev hilbijartina pêşwext ji ku hat?" Bêyî ku du tiştan fêm bike çû. Yek çima DYE’yê Apo radestî wan kir? Ya duyem jî çima Bahçelî hilbijartina pêşwext xwest?

Bila zîhniyeta Tirk bifikire. Komploya 15'ê Sibata 1999'an çima pêk hat? Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an çima hat lidar xistin? Dîsa, Bahçelî çima di dawiya sala 2002'an de hikûmeta Ecevît mecbûr kir ku hilbijartina pêşwext pêk bîne? Ji ber ku bi ser neket, da zorê. Êdî nekarî Komploya Navneteweyî bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê, di hilbijartinên 3'ê Mijdara 2002'an de koalîsyon ji holê rabû, têk çû û li şûna wî AKP’ê ya oldar kirin desthilatdar. Hêzên komploger, wezîfeya rêvebirina Komploya Navneteweyî da Tayyîp Erdogan û hevkarên wî. Tayyîp Erdogan ne siyasetmedare. AKP’ê jî di rastiyê de ne partiyek siyasî ye. Li dîroka wê binêrin. Partiyeke ku bêyî kongreya xwe ya mezin lidar bixe tê ser desthilatdariyê. Çawa ku bêyî lidarxistina kongreyê partî di hilbijartinê de bi ser ket û bi tena serê xwe bû desthilatdar. Ma wisa mirov tê ser desthilatdariyê?

Hat wezîfedarkirin, ji ber wê wisa hat ser desthilatdariyê. Qaşo bi feraseta Ummeta Îslamê, bi sûdwergirtina ji hest û baweriyên Misilmantiyê yên gelên Tirkiyeyê, wê nehêlin ku Kurd piştgiriyê bidin PKK’ê û Rêber Apo. Wê desteka gel a ji bo PKK’ê û Rêber Apo qut bikirana. Armanca wan bi êrîşên provokatîf ên tasfiyekar ku ji hundir pêş bixin, parçe bikin û têk bibin. Dixwestin bi vê zîhniyeta AKP’ê û êrîşên wan re komploya navneteweyî biser xistana. AKP’ê bi vî rengî hat ser desthilatdariyê. Li ser vê bingehê êrîş pêk anî.

DÎROK WÊ VÊ ŞOREŞA HERÎ MEZIN A ZIHNÎ BINIVÎSÎNE

Di dawiyê de hemû êrîş ji aliyê Rêber Apo ve hatin vala derxistin. Êrîşên ku ji hundir ve bi destê tasfiyekar dihat meşandin, hat vala derxistin. Çareseriya sexte a bi navê Ummeta Îslamê jî vala hat derxistin. Bi çi awayî? Bi guherîna paradîgmayê re. Bi çareseriya pirsgirêka Kurd re li ser bingeha konfederalîzma demokratîk, bi çareseriya Konfederalîzma Demokratîk a li ser bingeha xweseriya demokratîk, bi çareseriya civaka demokratîk û neteweya demokratîk, bi paradîgmaya civaka demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiyê û bernameya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd derxist holê. Tenê ji bo pirsgirêka gelê Kurd? Bê guman na. Paradîgmayeke nû ya ku çareseriya pirsgirêkên azadiyê yên hemû bindestan, bi taybetî jî pirsgirêka jinê vedihewîne, derketiye holê. Rêber Apo di têkoşîna Îmraliyê de şoreşeke nû ya fikrî pêk anî. Li dijî êrîşên ku bi destê AKP’ê tê meşandin têkoşiya. Ev yek ji pêşketinên herî mezin ên dîrokê ye. Yek ji mezintirîn şoreşên zîhniyetê ye. Dibe ku ya yekem be jî. Divê em bi vî awayî bibînin. Dîrok wê wisa binivîse. Dema ku AKP’ê jî bi vî rengî hate têkbirin, di rêveberiya Tirkiyeyê de hêzeke din a ku komploya navneteweyî bi rengekî serketî pêk bîne, tinebû. Tayyîp Erdogan û hevkarên wî bi planên cuda yên nû xwestin vê êrîşê bidomînin. Û ew anîne vê rojê. Planên cur bi cur kirin. Plansaziya 2008-2009'an planeke wiha bû. Di Mijdara 2009'an de Rêber Apo got, " Sîstem darbeyê dike." Di Kanûna 2009'an de partiya Civaka Demokratîk girtin. Ya rast, AKP'ê êrîşeke darbeyê li dijî siyaseta demokratîk pêk anî.

Ji dawiya Gulana 2010'an û vir ve Rêber Apo got, “Şert û mercên meşandina têkoşîna siyasî nîne” û xwe vekişand. Bi vî rengî di navbera salên 2010-2012'an de pêvajoyeke mezin a şer çêbû. Di navbera salên 2013-15'an de AKP’ê bi fen û hîleyên cur bi cur bi navê Pêvajoya Çareseriyê derxist pêş û dest bi êrîşeke nû kir. Rêber Apo jî got, "Wê demê em li ber xwe bidin.”

Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an ve di bin navê Plana Çalakiyê ya Hilweşînê de êrîşeke topyekûn a bi destê AKP'ê ku her cure têkiliyên bi Rêber Apo re qedexe dike û armanc dike ku gerîla biperçiqîne û PKK'ê tasfiye bike pêk anîn. Niha, ji ber ku ev pêvajoya pergala Îmralî û ev êrîş 25'emîn salvegera xwe temam dikin, em dibînin ku hemû êrîşên komploger ên ku AKP'ê li ser esasê planên pir cuda pêk anîn, hatin şikandin, pûçkirin û têkçûn. Wekî din, di 10'ê Cotmeha 2023'yan de derdorên rewşenbîr, demokrat, kedkar û sosyalîst ên cîhanê li 74 welatên cîhanê çalakiyeke nû lidar xistin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hedef girtin. Niha salvegera 25'an a komploya 15'ê Sibatê li ser hîmê pêngavek wiha ya çalakiyê tê pêşwazîkirin. Li her derê gelê Kurd û dostên wan li ser piyan e. Li her derê cîhanê her roj daxuyanî, panel, nîqaş, rojên xwendinê, protesto, mîtîng û xwepêşandanên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin hedef hene. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî wisa ye. Rojava her roj li ser piyan e. Li Bakurê Kurdistanê ji 1'ê Sibatê û pê ve meşa bi navê Meşa Mezin a Azadiyê destpê kir. Li Ewropayê ciwan di meşê de ne. Gelê Kurd wê di 17'ê Sibatê de li Kolnê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji holê rakirina sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê helwesta xwe ya giştî nîşan bide. Wê nîşanî her kesî bide ku civaka Kurd çi dixwaze. Meşeke bi vî rengî ya mezin heye.

GERÎLAYAN TÊKÇÛNA RÊVEBERIYA ERDOGAN JÎ ÎLAN KIR

Çalakiyên gerîlayan ev yek kir. Di dawiya mehên Mijdar û Kanûnê de. Herî dawiyê operasyonên şoreşgerî yên di 12’ê Çileyê de ku AKP û MHP’ê derbeyên giran xwarin. A rastî van operasyonan rêveberiya Erdogan ê ku kiryarê tecrîd û komkujiyan e, têk bir.

A rastî gelê me û dostên me di 25’emîn salvegera komployê de komployê weke Viyanê red dikin. Îmralî naxwaze bi pergala êşkence û tecrîdê bijî. Gerîlayên Zapê bi terza xwe yê lêxistinê jî li ber xwe dide. Bi wê baweriyê bi wê îdîayê dixwaze komploya 15’ê Sibatê û pergala êşkence û tecrîda Îmraliyê hilweşîne.

PERGALA ÎMRALÎYÊ PERGALEKE QIRKIRINÊ YE

Em li vir ji bo pergala êşkence û tecrîda Îmraliyê jî çend çend hêmanan eşkere bikin. Ev pergaleke rêveberiyê ye. Ev der ne girtîgehek e, ne jî cihê dîlgirtinê ye. Hewce ye em di vê mijarê de nexapin. Pergala Îmraliyê ya 25 salan bi temamî di encama êrîşa Komploya Navneteweyî de derketiye holê. Êrîşa Komploya Navdewletî, armanc dikir ku Rêber Apo tune bike. Her wiha pergala Îmraliyê ji bo îmhakirina Rêber Apo hatiye avakirin. Sîstemeke tecrîd û êşkence ye ku ji bo qirkirina Kurdan hatiye avakirin. A rastî ev 25 sal in êrîşên qirkirinê yên li ser gelê bi pergala Îmraliyê re tên birêvebirin. Me beriya niha jî eşkere kiribû ku Kurdistan bi pergala modernîteya kapîtalîst a cîhanê û bi rêveberiya hevpar ên van dewletên netewperest ku li Kurdistanê qirkirinê ferz dikin, dihate birêvebirin. Bi peymanên weke CENTO, Bexda û Sadabatê dihate birêvebirin. Hemû serdem bi rewşa awarte dihate birêvebirin. Ev 25 sal in Îmralî bi pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê tê birêvebirin. Ji ber vê yekê pergala Îmraliyê pergaleke qirkirinê ye. Em dikarin bibêjin pergaleke rêveberiya hevpar e ku qirkirina Kurdan tê birêvebirin. Ne bi tenê pergala dewleta Tirk e. Ne bi tenê pergala faşîst a AKP û MHP’ê ye. A rastî ew pergal e ku ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst a cîhanê ve derketiye holê ku li NY’ê îfadeya xwe dibîne, pê NATO’yê tê birêvebirin û di pêşengtiya dewletên weke DYE, Îngilistan û Îsraîlê de dixwazin were birêvebirin. Yanî pergala rêveberiyê ye ku li ser esasê siyaseta qirkirina Kurdan ve hatiye afirandin. Rêber Apo gotibû: ‘’Dema ez hatim Îmraliyê, min li pêşberî xwe CPT dît.’’ Ew qas hevpar e yanî. Bi rastî jî dewleta Tirk bi tenê Îmralîyê bi rê ve nabe. Dewleta Tirk eşkere kir ku ew gardiyan e. Ev der rêveberiyeke hevpar e. Pergala rêveberiya hevpar a pêşengên pergala modernîteya kapîtalîst a cîhanê û hikûmetên dewletên li Kurdistanê yên bi pergala netewdewletê xwe ava kirine. Êrîşên qirkirinê yên ki ser Kurdistanê li ser esasên pergala Îmraliyê didin meşandin û bi rê ve dibin. Ji ber ku Rêber Apo vîna azadî û hebûna gelê Kurd îfade dike. Ev êrîşa li dijî vînê, esasê êrîşa qirkirina li ser Kurdan e. jiber vê yekê hewce ye em pergala Îmralîyê jî bi awayekî baş fêm bikin. Hewce ye em bi awayekî rast hîs bikin. Hewce ye em vê yekê weke tiştekî jirêzê nebînin.

ÊDÎ KUMÊ KEÇELÎ RABÛ Û RIŞKÊN SERÎ WÎ DERKETIN HOLÊ

Niha ev pergal di 25’emîn salvegera xwe de ye. Dema ku ev pergal dikeve salvegera xwe ya 26’emîn divê her kes baş bifikire. Yên ku ev 25 sal in girêdayî pergala Îmraliyê zilmê li Rêber Apo dikin, êrîş û qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dikin wê kengî bibînin bê ka heqaret û sûcekî çi qasî mezin li dijî mirovahiyê kirine? Hewce ye êdî bibînin. DYE, Îngilistan, Îsraîl, Konseya Ewropayê, CPT û DMME hewce ye hemû êdî bibînin. Ev yek wê heya kengî bidome? Ev dijmintiya li dijî Kurdan wê heya kengî bidome? Wê ew qas heqareta li dijî gelê Kurd heya kengê were kirin? Kurdan çi bi wan kiriye? Çima ew qas zêde dijminatiya Kurdan dikin? Çima tunekirina Kurdan ew qas tê berdewamkirin? Ma Kurdan mafê hebûn û jiyaneke azad tune ye? Di dîrokê de dêrîntirin gel e. Gelê Mezopotamyayê ye ku şaristanî û mirovatî li wir pêş ketiye. Yên ku êrîşî Kurdan dikin wê çawa temsîliyeta mirovahî û şaristaniyê bikin? Êdî kumê keçelî rabû û rişkên serî wî derketin holê. Komploya Navnetewî û pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê bi hemû hûrgiliyên xwe deşîfre bûn. Rastî derket holê. Hewce ye êdî dev ji vê yekê berdin. Êdî nikarin vê pergalê zêdetir bidomînin. Her wiha hewce ye nedomînin jî. Hewce ye her kes baş bizanibe ku eger vê yekê zêdetir bidomînin wê bi bertekên dijwartir re rû bi rû bimînin. Bi qasî bertekên gelê Kurd, jinên Kurd û ciwanên Kurd wê bi bertekên gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê û hemû jinan re rû bi rû bimînin. Eger êrîşên xwe ev qas bidomin, hewce ye bizanibin ku wê tekoşîna me ya li dijî wan zêdetir belav bibe û pêş bikeve.

Ji ber wê yekê hewce ye her kes salvegera 25’emîn weke nirxandineke nû bibîne. Hewce ye yên ku ev komplo saz kirine jî û yên ku pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê ava kirine û heya îro bi rê ve dibin jî, vê yekê bikin. Civaka Tirkiyeyê, rêveberî, siyasetmedar, rewşenbîr û her kes hewce ye vê yekê bike. Ji ber ku tehde li wan hatiye kirin. Em jî dikin û em dê bikin jî.

SALA BERXWEDANÊ YA SALA 26’AN WÊ BIBE SALA SERKETINÊ YA PÊNGAVA AZADIYÊ YA KÛREYÎ

Di beşa piştre de helbet em ê li ser lêpirsîneke nû bisekinin. Berxwedanê Îmraliyê çiye? Divê em kîjan dersan ji xwe re jê derxînin? Em çawa nêzî sala 26’an bibin? Em ê li ser bisekinin ku, lêpirsîneke me ya nû wê çêbibe. Lê bila her kes bizane; di salvegera 25’an de Komploya Navneteweyî weke êrîşa di dîrokê de herî hov, weke dijminê mirovahiyê derbasî dîrokê bûye. Lekeyeke reş li ser eniya faîlan e. Di dîrokê de êrîşa herî bêheq û nemerdane ye. Tevî vê yekê jî Rêber Apo, gelê Kurd û dostên wê 25 sal in nerawestan e, li ber xwe dane û komplo têk birine. Gelek caran, bi dehan hetta bi sedan car êrîşên komplogeran pûç kirine. Di salvegera 25’an a komployê de jî pêngavekî dimeşînin ku wê bi temamî tune bikin. Sala Berxwedanê ya 26’an wê bikin sala serketinê ya pêngava azadiyê ya kûreyî. Wê sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê têk bibin. Wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Li ser vî bingehî wê pêşî li azadiya Kurdistan û demokratîkbûna Tirkiyeyê vekin.

WÊ DEWAM BIKE