Artêşa Îsraîlê: Li Sûriyeyê komeke girêdayî Îranê ve hat girtin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê duh bi şev li başûrê Sûriyeyê operasyonek pêk anî û şaneyeke girêdayî "Feyleq El Quds" ya ser bi Îranê ve girtiye.

Artêşa Îsraîlê: Li Sûriyeyê komeke girêdayî Îranê ve hat girtin
7 tîrmeh, 2025   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihan ku hêzên Îsraîlê duh êvarî operasyoneke leşkerî li herêma Til Kodna ya başûrê Sûriyeyê pêk aniye, di encamê de komeke girêdayî "Feyleq El Quds" ya Îranê girtiye.

Berdevk diyar kir ku girtina koma ser bi Îranê ve li gorî agahiyên ku ji Yekîneya 504’an a îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê pêk hat û got, koma hatiye girtin tehdîd li ser ewlehiya herêmê çêdikir.

Der barê bûyerê de heya niha tu daxuyanî ji aliyê Sûriye û Îranê ve nehatine dayîn.

(bb)