Li Başûr mesîhî alîkariyê ji bo Rojava kom dikin

Mesîhiyên li navçeya Koye piştgiriyê didin kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava û dest bi komkirina alîkariyan kiriye.

Li Başûr mesîhî alîkariyê ji bo Rojava kom dikin
23 ÇILE, 2026   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştgiriya ji bo seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê her ku diçe berfireh dibe. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê gel li ser pêyan e û ji bo Rojava di nava liv û tevgerê de ye.

Ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Koye ya Hewlêrê, kampanyayeke alîkariyê dest pê kiriye.

Mesîhiyên li gundê Hermote yê ser bi Koyeyê ve, tev li kampanyayê bûn û dest bi komkirina alîkariyan kir.