Li qiraxên çemê Firatê çandinî li ber têkçûnê ye

Ji ber kêmbûna ava çemê Firatê li Tebqayê zirarek mezin li qada çandiniyê bûye, gelek cotkar jî neçar man karê xwe biterikînin.

20 îlon, 2025   03:35
TEBQA

Dewleta Tirk a dagirker peymana parvekirina ava Firatê ku bi Iraq û Sûriyeyê re îmze kiriye, binpê dike û avê li ser her du welatan kêm dike. Di encamê de asta ava çem û gola Firatê pir kêm bûye.

Rêveberê Bendavên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îmad Ubeyd diyar kir ku ji salan ve herkîna ava çeman kêm e û got ji destpêka îsal ve rewş aloztir bûye.

Ubeyd got: "Kêmbûna mezin a jêderên avê bûye sedem ku ava gola Firatê bi qasî 6 milyar metrekab kêm bibe. Miqdara heyî ji 250 metrekab di saniyeyê de derbas nabe. Lê li gorî peymanan, divê 500 metrekab di saniyeyê de were berdan."

Ubeyd destnîşan kir ku kanala Belîxê ji 2 deriyan pêk tê ku di saniyeyekê de nêzî 90 metrekab werdigire. Lê pompekirina heyî di saniyeyekê de 70 metrekab derbas nake.

BANDORÊN KARASETÎ LI ÇANDINÎ Û BERHEMÊN SEWALDARIYÊ

Li kantona Tebqayê kêmbûna mezin a asta çemê Firatê bandorê li çandinî û sewaldariyê kir. Bandora herî mezin li bajarê Ciriniyê, bajarokê El Bû Asî û gundê Tiwêhîna derket holê.

Şêniyê bi navê Hisên El Ferwan ê ji gundê Tiwêhîna der bar mijarê de got: "Li gundê me av bi mesafeya hezar û 500 metreyî û kûrbûna 7 metreyî kêm bûye. Ji navîna Adarê ve em avê bi rêya boriyan dikişînin. Lê miqdara heyî heya niha bi rêjeya ji sedî 30 kêm bûye."

El Ferwan anî ziman ku destpêka aloziyê cotkaran hewl dan kar bidomînin, lê lêçûna mezin a kişandina avê hişt ku gelek cotkaran çandiniyê terk bikin. El Ferwan bi domdarî anî ziman ku zehmetiyên cotkarên zeytûn û tirî mezintir in û wiha anî ziman: "Neçar in avê ji mesafeya ku dighêje hezar û 500 metreyî bikişînnin. Ev yek wan bi deynên mezin herî kêm 3000 dolarî rû bi rû dihêle bar dike da ku lêçûnên boriyan û pêdiviyên avdanê bidin."

El Ferwan diyar kir ku şênî ji destpêka Nîsanê ve rojane cihokên kûr dikolin da ku avê bikişînin û destnîşan kir ku sebzeyên havînî, pembo û garis nemane, tenê dar mane.

El Ferwan di dewama axaftina xwe de da zanîn ku li gund 40 pompe hene ku bi rêya wan baxçeyên zeytûn û tirî tên avdan û wiha pê de çû "Lêçûna boriyan herî kêm bi 2 hezar dolarî ye. Lêçûna herî mezin jî dighêje 5 hezar dolarî. Zêdetirî vê jî rojane cihok tên kolandin. Masîgir jî ku bi salan debara xwe ji çem dikirin, neçar mane karê xwe terik bikin."

Li gorî Desteya Çandiniyê ya Kantona Tebqayê, qada çandiniyê îsal li gorî salên borê bi awayekî ber bi çav kêm bûye. Rûbera çandiniya genim ji 469 hear donimî di sala 2024’an de daketiye 408 hezar donimî. Çandiniya sebzeyên zivistanê ji 14,980 donimî daketiye 11,488 donimî û çandiniya sebzeyên havînê jî ji 23 hezar û 170 donimî daketiye 17 hezar û 520 donimî. Pembo herî zêde zirar dît, nêzî çaryeka qada xwe ya çandiniyê winda kir, ji 106 hezar donimî daketiye tenê 80 hezar donimî.

Xelef El Reşad cotkarek ji gundê Hinêda ye jî got, kêmbûna mezin a avê bandoreke rasterast li sebeze û pembo kir û got, bi pileya germahiyê re av 20 rojan li ser çandiniyê qut bû, di encamê de kulîlkên pembo hilweşiyan, tenê kulîlkên ku dereng bişkivîne man.

El Reşad da zanîn ku îsal rêjeya hilbirîna pembo ji sedî zêdetirî 40’î kêm bûye û got: "Berhem ji 300-350 kîloyê serê donimê daketiye 200 kîloyan. Berê me salê du caran pembo diçînî, lê îsal carek tenê hat çinîn. Li aliyekî din mesrefên dabînkirina avê jî ji ber zêdebûna xerckirina sotemeniyê li ser rêyên dirêj zêde bûne."

El Reşad destnîşan kir ku eger sotemenî di zûtirîn dem de neyê peydakirin, dibe ku di mewsimên bê de cotkar çandiniyê terik bikin.

Mihemed Reşad ê ji heman gundî ye sebze û pembo çandiniye got, kêmbûna asta ava çem û zêdebûna mesafeya kişandinê hişt ku av ji 8 înçan dakeve 4 înçan, lewra neçar mane saetên xebitandina jenartorên avdanê, zêde bike.

Mihemed Reşad diyar kir ku kêmbûna sotemeniyê û derengbûna belavkirina wê pirsgirêkên cotkaran zêdetir kiriye. Reşad ji Rêveberiya Xweser xwest ku bi destpêka mewsima çandiniyê re sotemeniyê belav bike.

Reşad got ji ber germbûna zêde cotkar di şevê de avdaniyê dikin da ku şilbûna axê bê parastin û anî ziman ku qutbûna avê di dema germahiya zêde de hişt ku qadên mezin ên çandiniyê têk biçin.

Mihemed Reşad îşaret pê kir ku  xisarên hin projeyên mezin ên çandiniyê 100 hezar dolar derbas kir, lew ra gelek cotkar neçar mane dest ji çandiniyê berdin û got: “Li herêmên Rêveberiya Xweser çandinî li ber têkçûnê ye. Pêdivî bi destwerdana lezgîn heye. Eger çandinî bisekine dê karasetên mezin û xela çêbin."

(bb)

ANHA